Herêma Kurdistanê nameyeke nerazîbûnê radestî Konsulxaneya Îranê kir

Herêma Kurdistanê nameyeke nerazîbûnê radestî Konsulxaneya Îranê kir

Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, îro Sêşemê 7ê Nîsana 2026an, bi rengekî fermî nerazîbûn û nîgeraniya xwe ya tund gihand Konsulxaneya Giştî ya Komara Îslamî ya Îranê li Hewlêrê.

Ev helwesta dîplomatîk a Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştî daxuyaniyên dawî yên Konsulê Giştî yê Îranê yê li Silêmaniyê hat. Hat ragihandina ku Konsulê navborî hejmarek daxuyanî û gef arasteyî xelkê Kurdistanê û qewareya destûrî û siyasî ya herêmê kirine, ku ev yek ji aliyê Hewlêrê ve wekî binpêkirina pîvanên dîplomatîk hat dîtin.

Fermangeha Peywendiyên Derve di nameya xwe de ragihand, Hikûmeta Herêma Kurdistanê nîgeraniya xwe ya kûr li hember zimanê gefê yê berpirsên Îranî nîşan da, û di nameyê de hat diyarkirin ku ev cureyê daxuyaniyan xizmeta peywendiyên dîplomatîk û bingehên cîrantiyê nakin. Her wiha tekezî li ser parastina qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê û rêzgirtina li serweriya wê hat kirin.

Ev rageşiya nû ya dîplomatîk di demekê de tê ku Herêma Kurdistanê di rojên borî de rûbirûyî êrîşên dronî û mûşekî yên Îranê bibû, ku di encamê de hejmarek Pêşmerge û welatiyên sivîl şehîd û birîndar bûbûn. Nameya nerazîbûnê wekî gava fermî ya Hikûmeta Herêmê ji bo rawestandina gef û destwerdanên derveyî tê nirxandin.