Mesrûr Barzanî: Agirbesta Amerîka û Îranê derfetek e bo aştiyeke mayînde

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi fermî pêşwazî li agirbesta navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Komara Îslamî ya Îranê kir. Serokwezîr hêvî xwest ku ev pêngav bibe destpêka qonaxeke nû bo misogerkirina aramî û aştiya demdirêj li seranserê navçeyê.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro, 8ê Nîsana 2026an, di peyamekê de li ser tora civakî ya “X”ê, piştgiriya xwe bo berdewamiya vê agirbestê nîşan da û hêvî xwest ku di bin sîwana vê agirbestê de, hemû êrişên li ser welatiyên sivîl, hêzên Pêşmerge, jêrxana aborî û nûnertiyên dîplomatîk bi temamî bi dawî bibin.
Mesrûr Barzanî bi tundî bal kişand ser êrişên borî yên li ser Herêma Kurdistanê û tekez kir ku: “Ev êriş di ti demê de ne rewa bûn û ti hincetên wan tunebûn.”
Her wiha Serokwezîr spasiya hemû wan alî û welatan kir ku di demên dushwar de piştgiriya Herêma Kurdistanê kirine û di parastina ewlehiya herêmê de bûn alîkar.
Mesrûr Barzanî amadehiya Herêma Kurdistanê nîşan da ku her tim di kêmkirina rageşiyên navçeyê de roleke çalak bileyize. Wî piştgiriya xwe bo her hewildaneke dîplomatîk a ku bibe sedema aştiyeke mayînde dubare kir.
Ev daxuyaniya Serokwezîr piştî wê yekê tê ku îro berbanga Çarşemê, agirbesteke 14 rojî di navbera Washington û Tehranê de ket warê cîbicîkirinê. Tê çaverêkirin ku ev agirbest rê li ber danûstandinên rasterast veke ku biryar e roja Înê li paytexta Pakistanê, Îslamabadê, dest pê bikin.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hêvî li vê agirbestê dinêre da ku kêşeyên herêmî bi awayekî aştiyane werin çareserkirin û aramî li seranserê herêmê peyda bibe.