KCK’ê hevxemiya kûr ji bo mirina Yalçîn Küçük ragihand

KCK’ê hevxemiya xwe ya kûr ji bo sekitîna Yalçîn Küçük, zilamê dewleta kûr a Tirkiyeyê û mamosteyê Ocalan diyar kir û got ku: «Yalçîn ji Apo re digot birayê min»!!.
KCK’ê îro roja çarşemî 8 nîsana 2026’ê bi daxuyaniyekê peyama sersaxiyê bi bûna koça dawî ya Yalçîn Küçük zilamê dewleta kûr a Tirkiyeyê û dostê nêzîk yê Ocalan ragihand. KCK’ê ji destdana Yalçîn weke xusaretiyeke mezin ji bo xwe û rêberê xwe bi nav kir.
Hêjayî bibîranînê ye, Yalçîn Küçük weke endamê Ergenekonê, zilamê îstîkhbaratê û dewleta kûr a Tirkiyeyê tê hesab kirin. Ew mamosteyê îdeolojîk ê Abdullah Ocalan û PKK’ê bû, tevahiya jiyana xwe ji bo dijayetiya tevgera neteweyî ya kurd û tevgera Barzanî terxan kiribû.
Yalçîn Küçük, Ku demek dirêj bû ji ber pirsgirêkên tenduristiyê dihat derman kirin, roja duşemiya raborî piştî nîvro 6 Nîsana 2026’ê li Enqereyê di 87 saliya xwe de koça dawî kir.
Yalçîn Küçük, Lêkolîner û akademîsyen e û yek ji kesayetên navdar ên çepgirên Tirkiyê ye, di sala 1938’an de li Îskenderûnê ji dayik bûye. Di salên xwendekariya xwe de li fakulteya zanistên siyasî ya zanîngeha Enqereyê wekî serokê federasyona klûbên ramanê, paşê federasyona klûbên ramanê yên sosyalîst, Dev-Genç, û partiya rizgariya gelê Tirkiyeyê xebitî.
Küçük weke mamosteyê îdeolojîk ê Ocalan û PKK’ê tê naskirin, wî di danpêdanên xwe de li dadgeha Ergenekonê behsa hinek nihêniyên PKK’ê û rêberê wê Abdullah Ocalan dike û bi vî awayî:
“Ez vê yekê pir vekirî dibêjim: Abdullah Ocalan kurdê Tirkiyê ye, serokatiya Barzanî qebûl nake. Min axaftina xwe ya destpêkê gote Ocalan: ‘Tu çi qas hez ji Kemal Paşa (Ataturk) dikî?’ Bi rastî jî wî pir pîroz dike û bi Tirkiyê ve pir girêdayî ye. Tiştê ez teorî dibêjim: Kurdên Tirkiyê kemalîst in û bûne kemalîst.”
Di beşeke din a gotinên xwe de Yalçîn dibêje: “Karê min xelas, êdî rewşenbîrên kurd bûne dijminên Barzanî û serxwebûnê.”