YPJe: 35 Şervanên me di girtîgehên şamê de ne

YPJ-2026-Net

Yekîneyên Parastina Jinê YPJê, baskê jinan yê YPGê ragehand ku 35 şervanên wan di girtîgehên hikûmeta Sûryeyê de ne.

Berdevka ragehandinê ya YPJê Rûken Cemal ji Rûdawê re behsa çarenûsa şervanên YPJê yên dîlgirtî kir û got: “Hejmara hevalên meyên dîlgirtî 35n, heta niha 13 jin hatine berdan lê tenê 5 ji wan şervanên YPJê bûn. Hewlên meyên ji bo azadkirina hevalên me didomin”.

Berdevka YPJê bal kişand ser mijara tevlîbûna YPJê ya di nav artêşa Sûryeyê de û got ku ew di civîna li gel wezareta parastinê hîn negihştine ti lihevkirinê.

Eşkere kir ku wan reşnivîsek pêşkêşî Şamê kiriye da ku şêwazê beşdarbûna wan diyar bibe û got: Em dixwazin hebûna YPJê di warê destûrî û qanûnî de di nava wezareta parastinê de were misogerkirin. Herweha di nav her çar lîwayên HSDê de bi awayekî xweser û wekhev cihê xwe bigre.

Berdevka YPJê di beşeke din ya gotina xwe de amaje da ku wan daxwaz kiriye temsîliyeta wan di desteya şêwrmendiyê ya wezareta parastinê de hebe.