Nizar Amêdî wekî Serokkomarê Iraqê hat hilbijartin

Nizar Amêdî, kandîdê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), piştî ku di gerra duyem a dengdanê de piraniya dengên parlamenterên Iraqê bi dest xistin, wekî Serokkomarê nû yê Iraqê hat hilbijartin.
Roja Şemiyê, 11ê Nîsana 2026an, Nizar Mihemed Seîd Amêdî di gerra duyem a dengdanê de bi bidestxistina 227 dangan serkeftineke mezin bi dest xist. Li hemberî wî, Musenna Emîn ê ku ji bo heman postî di nava pêşbaziyê de bû, tenê karî 15 dangan bi dest bixe.
Nizar Amêdî kî ye?
Ji dayikbûn: 6ê Sibata 1968an li qezaya Amêdiyê ya parêzgeha Duhokê ji dayik bûye.
Zanyariyên Kesî: Zewicî ye û bavê çar zarokan e.
Perwerde: Xwediyê bawernameya Bekaloryosê ye di warê Endezyariya Mekanîk de ji Zanîngeha Mûsilê.
Kariyera Siyasî: Endamê Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ye.
Tecrûbeyên Kar: Di navbera salên 1993 heta 2003an de di nivîsgeha Serok Mam Celal de kar kiriye.
Di navbera salên 2005 heta 2022an de rawêjkarê pilebilind ê sê serokkomarên cuda yên Iraqê bûye.
Di navbera salên 2022 heta 2024an de Wezîrê Jîngehê yê Iraqê bûye.