Cevdet Yilmaz: Divê DEM Partî diyar bike ka dê çi ji bo pêvajoyê bike

Cîgirê Serokomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz, di çarçoveya serdana xwe ya du rojî ya li Amedê de, peyamên stratejîk derbarê “pêvajoya aştiya navxwe”, geşedanên herêmî û helwesta DEM Partiyê de dan. Yilmaz tekez kir ku piştî rûdanên li Sûriye û Îranê, pêdiviya Tirkiyeyê bi aramiyeke mayînde hîn zêdetir bûye û ragihand ku ew ê di nêz de lezê bidin gavên yasayî.
Cevdet Yilmaz di “Civîna Cîhana Kar” de li gel nûnerên karsazan û civaka sivîl civiya. Yilmaz diyar kir ku wan rê neda rûdanên li Sûriyeyê û şerê li ser Îranê bibin sedema provokasyonan li hundirê Tirkiyeyê. Wî destnîşan kir ku ev geşedanên li welatên cîran giringiya “pêvajoya aştiyê” hîn zêdetir nîşan dane û got: “Piştî vê qonaxê, em ê lezê bidin pêvajoyê û gavên yasayî yên pêwîst bihavêjin.”
Cîgirê Serokomar di axaftina xwe de rexne li helwesta DEM Partiyê girtin û bang li wan kir ku bêtir aktîf bin. Yilmaz anî ziman ku li şûna ku partî daxwazan ji saziyên dewletê bike, divê ji xwe bipirse ka ew dikare çi ji bo serkeftina pêvajoyê bike. Yilmaz bi taybetî li ser mijara çekdanînê rawesta û got: “Divê bi awayekî tekez were dîtin ku çek hatine danîn. Pêşxistina demokrasiyê ji bo çekdanînê ne merc e.”
Yilmaz herwiha bal kişand ser şerê ku bi handana Îsraîlê li dijî Îranê dest pê kiriye û diyar kir ku ev şer bandoreke giran li aboriya herêmê kiriye. Wî tekez kir ku Tirkiye yekparçeyiya axa Îranê û serweriya wê diparêze û daxwaz kir ku şer tavilê bi dawî bibe daku ziyanên zêdetir neyên dîtin.