Îran: Beşek ji Firokxaneyan Careke Din Dest bi Kar Kirin

Piştî rawestana geştên asmanî ku ji ber şert û mercên şer pêk hatibû, rayedarên Îranê ragihandin ku beşek ji firokxaneyên welat deriyên xwe ji nû ve vekirine. Li gorî daxuyaniyan, firokxaneyên ku ziyan dîtine dê gav bi gav werin sererastkirin.
Mihemed Emîranî, berpirsê ji Kompanyaya Balafirgeh û Geştên Esmanî ya Îranê, îro 25ê Nîsana 2026an ji ajansa fermî “IRNA”yê re axivî. Emîranî diyar kir ku li parêzgehên mîna Meşhed, Zahîdan, Kerman, Yezd û Bîrcendê geştên asmanî bi awayekî asayî û bê pirsgirêk dest pê kirine.
Emîranî destnîşan kir ku li hinek navendên din ji ber sedemên teknîkî û ewlehiyê, geşt hîn bi awayekî sînordar tên kirin. Ev bajarên ku çalakî tê de sînordar in ev in:
Tewrêz, Kirmaşan, Ehwaz û Urmiye (Rojhilatê Kurdistanê)
Îlam, Abadan, Îsfehan, Şîraz û Reşt
Firokxaneya Mehrabad (Tehran)
Hat diyarkirin ku bi taybetî firokxaneya Urmiyeyê ku di encama şer de ziyan dîtibû, piştî temambûna karên teknîkî dê gav bi gav amade bibe bo geştên berfirehtir.
Berpirsê kompanyayê tekez kir ku parastina ewlehiya geştiyaran ji bo wan di ser her tiştî re ye. Her wiha eşkere kir ku wan bi hêlên asmanî yên biyanî re dest bi gotûbêjan kiriye. Armanca van hevdîtinan ew e ku rewşa rêyên asmanî yên Îranê zelal bikin û geştên tranzît (navdewletî) yên ku di ser axa Îranê re derbas dibin, ji nû ve rêk bixin.