NBC: Êrîşên Îranê bi milîyaran dolar zerar gehandine baregehên Amerîkayê

Torra nûçeyan a Amerîkî (NBC) di raporeke meydanî de eşkere kir ku êrîşên Îranê yên li ser baregeh û saziyên serbazî yên Amerîkayê li herêma Kendav û Rojhilata Navîn, zerareke darayî ya mezin a bi qasî bi milyaran dolaran li pey xwe hiştiye.
Li gorî zanyariyên ku şeş serçaviyên آgahdar dane torra NBCyê, ev êrîş bûne sedema wêranbûneke berfireh di binesaziya serbazî ya Amerîkayê de li çendîn welatên herêmê. Zerarên hatine tespîtkirin ev in: Têkçûna rêyên firîna balafiran, ji karketina sîstemên radarê yên pêşkeftî, rûxandina depoyên çek û cebilxaneyan û zerardîtina navendên peywendiyên satelaytî.
Zerarên li Welatên Herêmê bi Berfirehî:
Di raporê de hatiye diyarkirin ku çendîn baregehên stratejîk rûbirûyê wêranbûna giran bûne, ji wan:
Kuweyt: Baregehên “Camp Buehring” û “Ali Al Salem”, tevî çendîn depo û benderan.
Îmarat: Baregehên “Al Dhafra” û “Ruwais”.
Erebistana Siûdî: Baregeha asmanî ya “Şazade Sultan”.
Urdun: Baregeha asmanî ya “Muwaffaq Salti”.
Qeter: Rêyên firînê yên li baregeha mezin a “Al Udeid”.
Behreyn: Avahiya sereke ya Fermandariya Hêzên Deryayî ya Amerîkayê (Fîloya 5emîn). Tê gotin tenê çêkirina vê avahiyê dê 200 mîlyon dolar lê biçe.
Heman çavkaniyan eşkere kirine ku di encama êrîşan de, bi dehan balafirên bêmirov (drone) yên ji cureyê MQ-9 Reaper, balafireke şer, du balafirên veguhastina sotemeniyê, çendîn helîkopter û balafirên sîxuriyê hatine têkbirin. Her wiha herî kêm du sîstemên parastina asmanî (Patriot) bi temamî ji kar ketine.
Li gorî raporê, tê çaverêkirin ku tenê çêkirina binesaziya baregehan 5 mîlyar dolar lê biçe, bêyî ku bihayê balafir û sîstemên parastinê yên giranbuha were hesibandin.
Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) heta niha nexwestiye li ser vê raporê ti daxuyaniyan bide. Ev yek di demekê de ye ku Pentagonê berê ragihandibû ku tenê di şeş rojên pêşîn ên şer de, mesrefên wan ji 11.3 mîlyar dolarî derbas bûye, ku nîvê vê dravî tenê ji bo cebilxaneyên du rojên pêşîn hatine xerckirin.