Bahçelî: Em ne Kerkûkê û ne jî Mûsilê ji bîr dikin

Bahceli-Kerkuk-Musil-net

Serokê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP), di civîna koma partiya xwe ya li parlamentoya Tirkiyeyê de axivî û got: “Ew dê ne Kerkûkê ne jî Mûsilê ji bîr bikin.”

Dewlet Bahçelî di axaftina xwe de behsa têkiliya Tirkiyeyê ya bi Kerkûk û Mûsilê re kir û got:

“Neteweperweriya me tenê wekî doza rûmetê ya ku di hundurê sînorên Anatolyayê de asê maye nayê dîtin.”

Her wiha got: “Li ku derê tirkek bijî, li ku derê zarokekî tirk ji dayik bibe, li ku derê bi tirkî bê axaftin, ew der perçeyekî cografyaya bîreweriya me, nexşeya dilê me û hişmendiya dîroka me ye.”

Bahçelî di beşekî din ê axaftina xwe de got: “Gava mirov dibêje cografyaya Peymana Neteweyî (Mîsak-î Millî), hesret dikeve dilê me. Di serê van hesretan de jî Kerkûk tê, em ne Kerkûkê ne jî Mûsilê ji bîr dikin.”