Murad Qarayîlan: Pêvajo ji aliyê hikûmetê ve hatiye cemidandin û em lava ji wan nakin

Karayilan-pevajio-net

Rêvebirê PKK’ê Murad Qarayîlan radigihîne ku pêvajoya aştiyê ji aliyê hikûmetê ve hatiye cemidandin. Ji bo berdewamiya pêvajoyê ew lava ji wan nakin û got: Destûrnedayîna bi hevdtina şandê bi Abdullah Ocalan re xeteriyek e li ser pêvajoyê.

Murad Qarayîlan, rêvebirê payebilindê PKK’ê, pirsên Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) yên debarê pêvajoya aştiyê de bersivandin.

Qarayîlan diyar kir ku ew rastiya ku şandeya partiya DEM’ê meheke nekariye bi Abdullah Ocalan re hevdtinê bike, bi rewaşa pêvajoyê ve girêdayî ye, û ev rewaş ne normal e. Herwiha got: “Rastiya ku di meha Nîsanê de, ku ji hêla hikûmet û rayedarên AKP’ê ve wekî meha derxistina qanûnên çareseriyê hatibû destnîşankirin û her kes bi kelecan li bendê bû, lêbelê bi Apo re hevdtin pêk nehatin, ne tenê nenormal e, lê di heman demê de nîşaneke xeteriyê ye ji bo pêşeroja pêvajoyê.

Pêvajo hatiye cemidandin… Em vê yekê dibînin.

Qarayîlan diyar kir ku pêvajo ji aliyê hikûmetê ve hatiye cemidandin û got, “Erê, ji niha ve pêvajo hatiye cemidandin. Ev yek ji me re hatiye nîşandan û em dibînin. Piştî vê nîqaşê, bi zelalî tê dîtin ku hêzên biryardanê ji ber pêşketinên herêmî û her weha hin pêvajoyên navxweyî, rawestandin yan paşxistina gavan guncaw dîtine.”

Eger gavên cidî werin avêtin, em ê bêbersiv nemînin

Qarayîlan debarê garantî û çekdanînê got: “Hêzên me ne çend kom yan çend sed kes in. Em behsa bi hezaran dikin. Binêrin, 30 hevalên me çekên xwe şewitandin û diyar kirin ku ew amade ne ku vegerin. Gelo ew çûn cihekî? Na. Ji ber vê yekê, ji bo ewlehiyê neçar man ku vegerin herêma me.”

Herwiha destnîşan kir ku bi vê rewaşê re, daxwazkirina dewletê ku em hemû çekên xwe radest bikin û hemû herêman vala bikin û piştre ji nû ve biryarên qanûnî bên dayîn, ev yek yarîkirina bi aqilê mirovan e.

Em ê lava nekin, ev girêdayî wan e

Qarayîlan di dawiya axaftina xwe de dibêje: Em ê di vê mijarê de ji kesî lava nekin. Di her rewaşê de, em bê vebijark nînin. Em bawer dikin pêvajoya ku Apo pêş xistiye, dê di berjewendiya Tirkiyeyê û gelê me de be. Ji ber vê yekê, heke di asta dewletê de gavên cidî werin avêtin, em bêbersiv namînin.