Nêçîrvan Barzanî û Serokê Îmaratê rewşa navçeyê gotûbêj dikin

Nêçîrvan-Barzanî-û-Serokê-Îmaratê

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 30î Nîsanê li Ebû Dhabî ji aliyê Serokê Dewleta Îmaratê Şêx Mihemed bin Zayid Al Nehyan ve hat pêşwazîkirin û piştre civiyan.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, “Di civînê de pêşxistina têkiliyên Îmaratê yên bi Iraq û Herêma Kurdistanê re û xurtkirina asoyên hevkariya navbera wan di hemû qadan de hatin gotûbêjkirin, bi awayekî ku xizmeta berjewendî û geşepêdana her du aliyan bike.”

Hat diyarkirin ku “Her du aliyan li ser geşedanên dawî û encamên metirsîdar ên rewşa navçeyê ya li ser asayîş û aramiya navçeyê û navdewletî, nêrînên xwe parve kirin. Di vê derbarê de tekezî li ser giringiya karê hevbeş û bihêzkirina hevahengî û hevkariya hevbeş kirin, ji bo parastina aramiyê û dûrxistina metirsiyan.”

Her wiha çend mijarên din ên cihê giringîpêdana her du aliyan, tewereke din a civînê bûn.