PWK di 89emîn salvegera jenosîda Dêrsimê de: “Divê dewlet bi fermî lêborînê bixwaze”

PWK di 89emîn Salvegera Jenosîda Dêrsimê de: "Divê Dewlet bi Fermî Lêborînê Bixwaze"

Buroya Ragihandinê ya Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), bi boneya 89emîn salvegera destpêkirina Jenosîda Dêrsimê daxuyaniyek belav kir. PWKê di daxuyaniya xwe de tekez kir ku komkujiya sala 1937an ne bûyereke asayî, lê belê xelekek ji siyaseta sîstematîk a tunekirina miletê Kurd e.

Di daxuyaniyê de hat bi bîr xistin ku di 4ê Gulana 1937an de, bi pejirandina M.K. Ataturk û Fewzî Çakmak, “Biryara Heyeta Wezaretê ya Tevgera Tenqîl” hate stendin. Li gorî vê biryarê, armanc ne tenê tepisandina serhildanekê, lê belê “ji binî de rakirina” tifik û çavkaniyên gelê Kurd, wêrankirina gundan û sirgûnkirina malbatên Kurd bû. PWKê destnîşan kir ku ev ferman, fermana jiholorakirina miletê Kurd bû.

PWKê bal kişand ser hovîtiyên di wê demê de û îtirafên rayedarên dewletê yên wekî Îhsan Sabrî Çaglayangîl bi bîr xistin. Di daxuyaniyê de hat gotin: “Jin û zarokên ku revîyabûn şikeftan, bi jehra mişkan hatin qetilkirin. Keçên Dêrsimê ji bo nekevin destê leşkeran xwe ji zinarên Munzûrê avêtin.” Her wiha hat diyarkirin ku zarokên sêwî hatin revandin û li bajarên Tirkiyeyê di bin nasnameyên cuda de hatin mezin kirin daku ji kokên xwe werin qutkirin.

Partiya Welatparêzên Kurdistanê bang li dewleta Tirkiyeyê kir ku li hemberî dîroka xwe rûbirû bibe û van gavan bavêje:

Ji ber qirkirin û sûcên li Dêrsimê, bi fermî lêborînê bixwaze.

Cihê mezelên rêberên Kurd Seyid Riza, Şêx Seîd û zanyarê Kurd Seîdê Nûrsî eşkere bike.

Mafên neteweyî û dîrokî yên gelê Kurd nas bike.

Di dawiya daxuyaniyê de, PWKê hemû şehîdên Dêrsimê û Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr anîn û ragihand ku têkoşîna wan dê rêya azadî û demokrasiyê rohnî bike.