Nêçîrvan Barzanî û Sûdanî li ser avakirina hikûmeta nû axivîn

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Karbirêker ê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî li Bexdayê civiyan.
Her du aliyan di civînê de bal kişand ser wan hewldanên ku ji bo pêkanîna hikûmeta nû tên dayîn.
Nivîsgeha Mihemed Şiya Sûdanî derbarê naveroka civînê de daxuyaniyek belav kir.
Li gorî daxuyaniyê, rewşa giştî ya welêt hewldanên avakirina hikûmeta nû hatin gotûbêjkirin.
Nivîsgeha Sûdanî di daxuyaniya xwe de anî zimên ku divê pêkanîna hikûmetê leztir bibe.
Her wiha hat destnîşankirin ku divê hikûmeta nû bi awayekî be ku daxwaz û hêviyên hemû xelkê Îraqê bi cih bîne.
Naveroka daxuyaniya Nivîsgeha Sûdanî wiha ye:
“Me îro duşemê Serokê Herêma Kurdistana Îraqê Birêz Nêçîrvan Barzanî pêşwazî kir.
Di civînê de rewşa giştî ya welêt hat gotûbêjkirin û me balê kişand hewldanên ji bo pêkanîna hikûmeta nû.
Her wiha tekezî li ser wê yekê hat kirin ku divê pêkanîna hikûmetê bilez bibe.
Divê hikûmet nûnertiya daxwaz û hêviyên hemû gelê Îraqê bike.”
Çareseriyên destûrî ji bo Hewlêr û Bexdayê
Di daxuyaniyê de li ser mijara aborî û pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê jî ev agahî hatin dayîn:
“Her di wê civînê de behsa destkeftiyên siyasî, aborî û bipêşketinê hat kirin ku di dema xebatên hikûmeta niha de çêbûne.
Birêz Barzanî jî spasiya hewldanên me kir. Wî kêfxweşiya xwe ji bo dîtina çareseriyên qanûnî û destûrî yên di navbera hikûmeta federal û hikûmeta herêmê de nîşan da.
Her wiha behsa rûdanên herêmê û aloziyên heyî hat kirin.
Girîngiya hewldanên Îraqê yên ji bo piştgiriya aramiya herêmî û navneteweyî hat destnîşankirin.
Hat diyarkirin ku ev yek serweriya welêt xurt dike.”