Îflasa îradeyê û radestbûna li ber dewletê: PKK û Ocalan Kurdan ber bi ku ve dibin?

Îflasa îradeyê û radestbûna li ber dewletê: PKK û Ocalan Kurdan ber bi ku ve dibin?

Rêveberiya PKK’ê a hilweşiyayî, îro roja sêşemê 5’ê Gulana 2026’an, di salvegera hilweşandina PKK’ê de, bi beşdariya Mistefa Karasu û Sozdar Avesta li ser navê “Rêveberiya Tevgera Apoyî” di civîneke çapemeniyê de daxuyaniyek parve kir. Daxuyaniya PKK’ê bi her du zimanan, kurdî û tirkî, hat xwendin. Di vê daxuyaniyê de PKK’ê dîsa xwest xwe wekî aliyê serkeftî û herî zana nîşan bide; lê belê ev daxuyanî ne tenê danpêdana bi binketinê ye, di heman demê de belgeya radestkirina fîzîkî û îdeolojîk a PKK’ê û Ocalan e ji bo sîstema kemalîst û dewleta Tirk. Ev tevgera ku bi dehan salan bi xwîna hezaran ciwanên Kurd mezin bû, îro li ser maseya “Îmraliyê” bûye amûreke siyasetê ku tenê di xizmeta parastina sînorên Tirkiyeyê û rizgarkirina şexsê Ocalan de tê bikaranîn.

Biryara hilweşandina PKK’ê ya sala 2025’an ku di encama teslîmiyeteke bêşert de hatibû dayîn, îro ji aliyê PKK’ê ve tê pîrozkirin. Ev biryar di rastiyê de darbeyek bû ku li tirba wan hemû ciwanên Kurd hat xistin, yên ku canê xwe fedaî azadiya Kurd û Kurdistanê kiribûn. Belê, tevgera ku digot “Kurdistan kolonî ye” û bangî ciwanên Kurd dikir da ku ji bo azadiya welatê xwe tevlî refên wê bibin, îro bi navê “entegrasyona demokratîk” dixwaze Kurdan di nava sîstema ku 100 sal in wan qir dike de bihelîne. PKK’ê bi qasî ku karibû ciwanên Kurd kirin qurbanî; yên sax mayî û li çiyayan bi çek amadeyî şerê li dijî Tirkiyeyê bûn jî bêrûmet kirin. PKK’ê ew neçar kirin ku li ber çavê hemû cîhanê, tenê ji bo şikandina îradeya wan û îspatkirina xulamtî û niyazpakiya xwe ya ji bo “pêvajoya Tirkiyeya bê teror”, çekên xwe bişewitînin. Her çiqas wan got ev yek ji bo aştiyê ye, lê belê ev ne aştiyek e; ev binketineke exlaqî ye ku bêyî bidestxistina tu statûyeke siyasî ji bo gelê Kurd pêk hatiye.

Di vê daxuyaniyê de PKK herî zêde li ser “statûya Ocalan” disekine. Ev nîşaneya herî mezin e ku niha PKK tenê doza “rizgarkirina serokê xwe” dimeşîne û ji bo “şertên xebata azad” a kesekî, hemû destkeftiyên leşkerî û siyasî yên gelê Kurd qurbanî dike. Ev ne tiştekî nû ye; berê jî dewleta Tirk xwestibû damezrînerên PKK’ê yên wekî Kemal Pîr wekî “Apocî” bi nav bike, lê belê ew di dadgeha Tirkiyeyê de bi tundî li dijî vê yekê sekinî. Dema em li dîrokê dinêrin, dewleta Tirk dixwest damezrînerên PKK’ê bi zorê bike “Apocî” da ku pêgeha Ocalan xurt bike, lê belê wan bi tundî ev yek red dikir.

Ji Kemal Pîr heta Îmraliyê: Çîroka afirandina “pût” û radestkirina îradeya Kurd

Dîrok tu carî rastiyan vanaşêre. Gava Kemal Pîr, endamê damezrînerê PKK ê, di 1981 an de hate girtin, ew ji dozgerî re dibêje ji me re nebêje Apoçî û dijî vê nasandinê derket. Kemal Pîr li dadgehê wiha dibêje: “Em ne Apoçî ne. Ji bo me reş bikin mirovan ev nav bi me vekirî ye. Navkirina me bi Apocîtî ji bo vê yekê ye ku me bi şexsekî ve bidin nasandin. Lêbelê, em ne girêdayî filan û bêvan kesekî ne. Tiştek wiha nîne ku ger Evdila nebe bizav jî nabe. Evdila jî weke me hemûyan endamekî vê bizavê ye” Ango, kesên di nava PKK ê de ne tevlî Evdila Ocelan anjî partîya wî, nabin. Mirov ji bo Kurdistanê û evîna welat, tevlî dibin. wî di rastiyê de xetereyeke mezin a pêşerojê didît. Kemal Pîr dizanibû ku şoreşek heke bibe milkê şexsekî, ew şoreş dikare di rojekê de bibe milkê dijmin. Îro daxuyaniya “Rêveberiya Apoyî” ya 5’ê Gulana 2026’an, îspata herî mezin e ku dewleta Tirk ew xetereya Kemal Pîr didît veguherandiye projeyeke serkeftî ya “radestgirtina Kurdan.”

Rastiya ku îro gelek alîgirên PKK’ê naxwazin bibînin ev e ku: Abdullah Ocalan di eslê xwe de projeyeke “dewleta kûr” a Tirkiyeyê ye. Dewletê bi zanebûn Ocalan derxist pêş û hemû kadroyên wekî Kemal Pîr û yên din ên ku xwedî îradeyeke serbixwe bûn feda kirin, da ku “yek şexs, yek îrade” biafirîne. Çima? Ji ber ku dewletê dizanibû kontrolkirina bi mîlyonan mirovan dijwar e, lê kontrolkirina “yek şexsî” hêsan e.

Ocalan ne ji ber “rêbertiya” xwe, lê ji ber “kêrhatina” xwe ya ji bo stratejiya dewletê gihîşt vê astê. Dewleta Tirk bi destê Ocalan, PKK ji xeta “Kurdistana serbixwe” derxist û hêdî hêdî anî asta “entegrasyona bi Tirkiyeyê re.” Dewleta Tirk bi vî aqilî PKK’ê wekî “sopayekî” li dijî berjewendiyên neteweyî yên Kurdistanê (bi taybetî li dijî Herêma Kurdistanê û destkeftiyên Rojava) bikar tîne. Tevgera ku çekên xwe li hember dewletê dişewitîne, her roj bi daxuyaniyên xwe li dijî hêzên din ên Kurdistanî dibe gef. Ev nîşaneya wê ye ku PKK êdî bûye “parêzvanê sînorên Tirkiyeyê” û amûra projeya “Tirkiyeya Mezin”.

Belê, daxuyaniya dawî ya PKK’ê ya ku her tiştî bi “statûya Ocalan” ve girê dide, serkeftina herî mezin a MÎT’ê ye. Dewlet bi rêya Îmraliyê peyamekê dide Kurdan: “Rêberê we di destê me de ye; heke hûn azadiya wî dixwazin, divê hûn dest ji Kurdistanê berdin û bibin koleyên sîstema me.” PKK’ê bi vî awayî îradeya 40 mîlyon Kurdî kiriye rehîna azadiya fîzîkî ya Ocalan. Ev ne siyasetek a azadiyê ye; ev “operasyona teslîmiyetê” ye ku tê de Ocalan wekî karmendekî MÎT’ê kar dike. Dewleta Tirk bi rêya vî kadroyê xwe yê kevin, Kurdan ji xewna dewletbûnê dûr dixe û wan di nava “komara demokratîk” de asîmîle dike.

Îflasa “Apocîtiyê” û vegera li rastiya Kemal Pîr

Gotinên Kemal Pîr îro hîn biwatedartir in. Dema wî digot “Ocalan hevalekî wekî me ye”, wî hewl dida pêşî li vê “pûtperestiya siyasî” bigire. Lê dewletê rê neda vî aqilî. Dewletê xwest PKK bibe “Apocî”, da ku gava serê mar (Ocalan) girt, hemû laşê tevgerê felç bibe. Îro çekşewitandin û daxuyaniyên teslîmiyetê yên Qendîlê, berhemên vê projeya dewletê ne. PKK êdî ne li dijî dewleta Tirk şer dike; ew li dijî her Kurdekî ku serxwebûnê dixwaze şer dike. Çima? Ji ber ku serxwebûna Kurdistanê tê wateya mirina projeya “entegrasyona Ocalan” a ku dewletê amade kiriye.

Gotinên “komara demokratîk” û “entegrasyonê” yên di daxuyaniyê de, di rastiyê de înkarkirina mafê çarenivîsa gelê Kurd e. Dema ku li cîhanê hemû netewe ber bi serxwebûn û federasyonê ve diçin, PKK gelê Kurd vedigerîne bin sîwana “biratiya gelan” a ku 100 sal in tenê bûye sedema komkujiyan. Ev nêzîkatî, xizmetê ji polîtîkaya “yek milet, yek dewlet” a AKP-MHP’ê re dike, lê bi kincên “demokratîk”.

Ev daxuyaniya 5’ê Gulana 2026’an wekî îtîrafnameyekê ye. Tevgera Apoyî bi destê xwe îradeya gelê Kurd teslîmî dewleta Tirk kiriye. Ji bo rizgarkirina şexsekî û parastina çend kursiyên siyasî, doza Kurdistanê hatiye firotin. Gelê Kurd divê bizanibe ku azadî ne bi “entegrasyona” li parlamentoya Enqereyê, ne jî bi “şewitandina çekan” a bêşert û merc, lê bi îradeyeke neteweyî ya serbixwe pêkan e. Rêveberiya Apoyî bi vê daxuyaniyê îspat kir ku ew êdî ne parçeyekî çareseriyê, lê bûne parçeyekî polîtîkayên ewlehiyê yên dewleta Tirk.

Ji bo ku Kurd nebin qurbaniyên vê lîstika qirêj a dewleta kûr, divê ew pûtê “Apocîtiyê” bişkînin. Wekî ku Kemal Pîr gotî; divê tu kes nebe “Apocî”, divê her kes bibe xwedî îradeyeke neteweyî ya serbixwe. Azadiya Kurdistanê ne di destê zilamê li Îmraliyê de ye, lê di şikandina vê zincîra teslîmiyetê de ye ku dewletê bi destê Ocalan li stûyê Kurdan xistiye.