1200 Malbatên Efrînê ji Hesekê vedigerin ser cih û warên xwe

Îro Şemiyê, 9ê Gulana 2026an, karwanekî nû û mezin ê koçberên Efrînê ji bajarê Hesekê ber bi herêma Efrînê ve bi rê ket. Ev karwanê nû ku ji 1200 malbatî pêk tê, di çarçoveya hewldanên fermî yên ji bo vegerandina xelkê resen bo ser axa wan tê birêvebirin.
Cîgirê Parêzgarê Hesekê, Ehmed El-Hîlalî, di daxuyaniyekê de piştrast kir ku amadekariyên teknîkî û ewlehiyê hatine temamkirin da ku 1200 malbatên Efrînî bi silametî bigihîjin malên xwe. Jêderên xwecihî ji Hesekê ragihandin ku ji serê sibehê ve liv û tevgereke mezin hebû û malbat bi kelûpelên xwe ve amade bûn.
Ev pêngav wekî berdewamiya karwanên berê tê dîtin; her wekî di 14ê Nîsana borî de jî karwanekî din ku ji 800 malbatî pêk dihat, ji bajarên Qamişlo û Hesekê vegeriyabû Efrînê. Zêdebûna hejmara malbatên vedigerin nîşan dide ku pêvajoya vegerê ketiye qonaxeke lez آtir û plankirî.
Vegera van karwanan bi awayekî fermî di çarçoveya rêkeftina 29ê Çileya 2026an de pêk tê ku di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hikûmeta Şamê de hatibû îmzekirin. Li gorî vê rêkeftinê, asankariyên pêwîst tên kirin da ku tevahiya koçberên Efrînê yên li herêmên cuda dimînin, bi awayekî komî vegerin ser warê bav û kalên xwe.