Serokwezîr Mesrûr Barzanî û serokkomarê Tirkiyeyê li Stenbolê civiyan

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro Şemiyê 9ê Gulana 2026an, li Qesra Dolmabahçeyê ya li bajarê Stenbolê ligel Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan civiya. Ev hevdîtin di çarçoveya serdaneke fermî ya Serokwezîr de pêk hat ku armanc jê xurtkirina peywendiyên dualî ye.
Di vê civîna girîng de, her du aliyan peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê de bi hûrî nirxandin. Her wiha rewşa giştî ya Iraqê û geşedanên dawî yên li navçeyê bûn mijarên sereke yên gotûbêjan ku tê de bal hat kişandin ser aramî û hevkariya herêmî.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî ku îro serê sibehê gihîştibû Stenbolê, biryar e di berdewamiya serdana xwe de ligel wezîrên derve, berevanî û enerjiyê yên Tirkiyeyê jî bicive. Di van hevdîtinan de tê payîn ku mijarên wekî hinartina neftê, ewlehiya sînoran û pêşxistina bazirganiyê werin gotûbêjkirin.