Hewlêr û Enqere li ser dosyeya enerjiyê li hev civiyan

Hewlêr û Enqere li ser dosyeya enerjiyê li hev civiyan

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di çarçoveya serdana xwe ya fermî ya ji bo Tirkiyeyê de, li bajarê Stenbolê bi Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Siruştî yê Tirkiyeyê Alparslan Bayraktar re civiya. Di hevdîtinê de mijarên enerjî, hinardekirina petrolê û hevkariya di warê elektrîkê de hatin nirxandin.

Li gorî daxuyaniya fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di civîna ku îro Şemiyê (9ê Gulana 2026an) birêve çû de, her du aliyan bi berfirehî derbarê geşepêdana peywendiyên dualî yên di warê enerjî û çavkaniyên siruştî de gotûbêj kirin. Hat destnîşankirin ku her du alî dixwazin peywendiyên xwe yên aborî bighînin asteke bilindtir.

Di beşeke din a civînê de, tekezî li ser giringiya xurtkirina hevahengiya navbera Hewlêr û Enqereyê ya di warên bazirganî, petrol, enerjî û elektrîkê de hat kirin. Her du alî li ser wê yekê hevnêrîn bûn ku hevkarî û projeyên hevbeş ên di van waran de ne tenê ji bo her du aliyan, lê ji bo aramiya aborî ya herêmê jî xwedî giringiyeke stratejîk in.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Wezîr Alparslan Bayraktar daxwaza xwe nû kirin ku astengiyên li pêşiya hevkariyên enerjiyê werin rakirin û bi rêya diyalogê û hevahengiyê, qebareya bazirganî û veberhênanên di warê enerjiyê de were zêdekirin.