Gefên Asayîşê li Parêzerên Lahûr Şêx Cengî û Hişyariya li Ser Îşkencekirina ‘Heme Reş’

Pêvajoya dadgehkirina Hevserokê berê yê YNKê Lahûr Şêx Cengî û alîgirên wî rastî rageşiyeke tund a ewlehî tê. Li gorî zanyariyên nû, Asayîşa Silêmaniyê bi navê Serokê YNKê Bafil Talebanî gef li tîma parêzerên berevaniyê kirine. Hevdem parêzeran derbarê jiyana girtiyekî di bin îşkenceyê de hişyariyeke tund dan.
Yek ji parêzerên dosyeyê, ku nexwest navê wî were eşkerekirin, ji Kurdistan24ê re ragihand ku piştî rûniştina dadgehê ya Pêncşema borî (14ê Gulana 2026an), Asayîşê bi rêya peywendiya telefonî gef li çar parêzeran û malbatên wan kiriye. Di gefan de hatiye diyarkirin ku eger di rûniştina bê de mîna ya borî serederiyê bikin, dê rûbirûyî berpirsiyariyeke giran bibin.
Hevdem ligel van gefan, tîma parêzeran daxwaznameyeke bilez arasteyî dezgehên bilind ên Herêma Kurdistanê û konsulxaneyên biyanî kir. Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku pêşmergeyekî Lahûr Şêx Cengî yê bi navê (Heme Reş), di dema 9 mehên girtina xwe de li Silêmaniyê, rûbirûyî tundtirîn îşkenceya laşî û derûnî bûye.
Li gorî yadaşta parêzeran, di bin îşkenceyê de serê Heme Reş hatiye şikandin, pişta wî bi kêran hatiye birîndarkirin, diranên wî hatine derxistin û zirarên herdemî gihandine laşê wî. Parêzeran ev reftar wekî “bizavek bo şikandina rûmetê û kêmendamkirina herdemî” wesif kir û daxwaza desttêwerdana bijîşkî û qanûnî ya navdewletî kir.
Ev alozî û dadgehkirin encama şerê giran ê şeva 22ê Tebaxa 2025an e. Di wê şevê de, li derdora Hotêla Lalezarê ya bajarê Silêmaniyê, şerekî çekdarî yê giran di navbera hêzên YNKê yên bin fermana Bafil Talebanî û çekdarên Lahûr Şêx Cengî de qewimî. Piştî şerekî çend saetan, Lahûr Şêx Cengî ligel bi dehan alîgirên xwe ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Silêmaniyê ve hatibû girtin.