Mezlûm Ebdî: Dê herim Tirkiyeyê û bi Ocalan re bicivim

Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî ragihand ku amadehî ji bo ziyareta Tirkiyeyê tê kirin û dibe ku ew bi Abdullah Ocalan re bicivin.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ji malpera Al Monitorê re axivî.
Mezlûm Ebdî da zanîn ku ji bo ziyareta Tirkiyeyê amadehî tê kirin û dibe ku di demeke nêzîk de bi Abdullah Ocalan re hevdîtinek pêk were.
Mezlûm Ebdî li ser pêvajoya tevlîbûna bi Şamê re agahî dan. Wî destnîşan kir ku niha karê wan ê herî sereke ew e ku bi Şamê re peymanekê bikin.
Mezlûm Ebdî derbarê herêmên Rojava axivî û got: divê herêmên Kurdan ji aliyê xelkê xwe ve werin birêvebirin. Bajarên ku pêkhateyên cuda tê de dijîn dê bi rêya peymana hemû pêkhateyan werin birêvebirin.
Mezlûm Ebdî, bajarên wekî Hisîça, Kobanî, Efrîn, Şehba û Taxa Şêx Meqsûd a Helebê wekî mînak nîşan dan.
Fermandarê Giştî yê HSDyê li ser çarenivîsa Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) jî axivî û got: Şam pêşniyar dike ku şervanên jin bibin polîs. Ji ber ku di qanûnên artêşê de cihê jinên şervan nîne.