Di navbera ked û îdeolojiyê de: Serhildana hunermend Mem Ararat a li dijî “Monopola PKKê”

Hunera kurdî di dirêjahiya dîrokê de her dem di navbera du eniyan de maye: li aliyekî parastina nasnameya neteweyî û li aliyê dî jî parastina azadî û serxwebûna xwe ya xwerû. Daxuyaniya herî dawî ya hunermendê navdar Mem Ararat ku li ser hesabê xwe yê mediyaya civakî parve kiriye, tenê gazindeke aborî nîn e; ew qîrîna hişmendiyeke azad e ku li dijî monopola rêxistinî ya PKKê û desteserkirina keda hunerî serî hildaye. Gotina Ararat a herî giran û watedar, nexweşiya herî kûr a sîstema îdeolojîk a rêxistinê datîne ber çavan: “Ez ne dijminê tu partî an rêxistineke Kurdî me… Lê divê were zanîn ku ez ne koleyê kesî me.”
Ev daxuyanî tiliya xwe datîne ser birîneke ku bi salan e di nav civaka kurd de tê veşartin: Siyasîkirina hunerê û binpêkirina mafên hunermendan ji aliyê saziyên girêdayî PKKê ve. Saziyên wekî Kom Mûzîkê ku di bin kontrol û sîwana hiyerarşiya vê rêxistinê de kar dikin, bi salan e wekî navendên çandî û neteweyî tên nîşandan. Lê belê, gava ku mijar dibe mafê aborî, keda kesane û serxwebûna hunermend, ev saziyan pîvanên hov ên kapîtalîzma rêxistinî û fermanrewakeriya siyasî nîşan didin. Ararat bi eşkere pirsiyar dike: “12 sal in we bêyî ku tu hewldanekî bidin hemû karên min desteser kirine. Demokrasî li ku ye, mafên mirovan li ku ne, ked li ku ne?”
Ev pirs, rûyê durû yê hişmendiya PKKê eşkere dike. Rêxistineke ku di qadên navxweyî û navneteweyî de her dem behsa “maf, dadwerî, demokrasî û parastina karker/kedkaran” dike, di pratîkê de keda 12 salan a hunermendekî kurd ku bi şev û roj ji bo çanda xwe xebitiye, bi awayekî totalîter desteser dike. Ev nêzîkatî nîşan dide ku rêxistin hunerê ne wekî nirxekî pîroz, belku tenê wekî amûreke propagandayê û çavkaniyeke fînansê ji bo sîstema xwe dibîne. Gava ku hunermendek naxwaze bibe “amûr”, sîstem hewla tepisandin û desteserkirina berhemên wî dide.
Hunermend, bi xwezaya xwe, afirînerê azad e û nikare di bin sînorên hişk ên îdeolojiyeke leşkerî û siyasî de nefesê bistîne. Mem Ararat bi salan e bêyî ku bibe zimanê fermî yê rêxistinê, hest û dengê miletê xwe zindî girtiye. Lê ramana tûj û yek-reng a PKKê, tu carî tehamulî dengên serbixwe nake. Gava ku ew daxwaz dikin ku her hunermend bibe “kole û karkerê wan ê îdeolojîk” û gava ku hunermendekî xwedî rûmet neçar dimîne bibêje “ez ne koleyê kesî me”, ev yek îflasa exlakî û siyasî ya vê sîstema monopole bi her awayî îspat dike.
Di encam de, neheqiya ku ji aliyê saziyên girêdayî PKKê ve li dijî Mem Ararat hatiye kirin, mînaka herî zelal e ku nîşan dide ka çawa pergalên îdeolojîk hewl didin hunera rasteqîn bifetisînin û bikin bin xizmeta berjewendiyên xwe yên teng. Divê were zanîn ku tu rêxistin, partî yan jî şoreş ji keda pênûs û dengê hunermendekî mezintir nîn e; ji ber ku hêzên siyasî demkî ne, lê hunera ku nasnameya rasteqîn a gelekî diparêze, herdemî ye.