Cengîz Çandar: Ji bo serkeftina pêvajoyê divê yasayên taybet bêne derxistin

Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Diyarbekirê Cengîz Çandar, derbarê nîqaşên li ser çareseriya pirsgirêka kurd û “pêvajoya nû” de nirxandinên giring kirin. Çandar destnîşan kir ku tevî hemû guman, dudilî û derengketinan jî, çareseriya vê pirsgirêkê êdî vebijêrkeke mecbûrî ye û dê bi her awayî pêk were.
Çandar di daxuyaniya xwe ya ji bo medyaya navxweyî de, bal kişand ser qeyrana kûr û guhertinên nû yên li Rojhilata Navîn û ragihand ku şerê Îranê berdewam bike yan jî raweste, ev qeyrana herêmî bi hêsanî bi dawî nabe. Parlamenterê DEM Partiyê diyar kir ku welatên wekî Tirkiye, Iraq, Sûriye û Îran êdî nikarin bêyî kurdan pêngavan bavêjin û kurd li van welatan ber bi bûn tifaq û hevbeşên desthilatê ve diçin.
Derbarê birêveçûna “pêvajoya aştiyê” de, Cengîz Çandar piştrast kir ku her çend prose hêdî bimeşe jî, lê gavên li pişt perdeyê berdewam dikin. Çandar destnîşan kir ku ji bo gihîştina encameke mayînde, mîsogeriya hiqûqî û statuyeke siyasî şert in û wiha got: “Di vê çarçoveyê de, dê Rêberê PKKê Abdullah Ocalan bibe xwedî rol û statuyeke cuda. Ji bo serkeftina vê proseyê, divê tekez yasayên taybet bêne derxistin; eger na, pergal bi ser nakeve.”
Parlamenterê DEM Partiyê di beşa dawî ya axaftina xwe de bal kişand ser mijara krîtîk a danîna çekan û paşeroja endamên rêxistinê. Çandar diyar kir ku ji bo vegera kesên ku çekên xwe datînin, pêdivî bi mekanîzmayeke hiqûqî ya nû heye û daxwaz kir ku “yasayeke taybet û veguhêz” bibe bingeha mîsogerkirina vê vegerê daku rê li ber normalbûna siyasî vebe.