Li şûna ku rêzê li wefadariya wê bigire, PKKê hevjîna şehîdekî revand!

PKK-Jin-kobane-Info

Çeteyên PKKê yên bi navê “Ciwanên Şoreşger”, hevjîna şehîdekî berxwedana Rojava revandin. Ev tawana herî bêexlaq a PKKê karvedanên tund li pey xwe anîn.

Tawan û bêexlaqiyên çeteyên PKKê li Rojavayê Kurdistanê bi dawî nabin. Li bajarê Kobanê keçeka genc bi navê «Aydil Ehmed Elî» ji aliyê vê koma çekdar ve hate revandin û ji bo cihekî nediyar birine. Ev çendek jî bûye egera drustbûna pêleka dijwar a nerazîbûn û nîgeraniyê di nav xelkê deverê de.

Hevjînên şehîdan jî li cem PKKê bêrêz in; ji bêexlaqiya vê rêxistina dije-kurd rizgar nabin

Aydil Ehmed Elî, ku hevjîna endamekî hêzên asayîşa PYDê bû, piştî borîna çend mehan bi ser kuştina hevjînê wê, li cihê ku rêz weke hevjîna şehîdekî berxwedanê lê were girtin, lê PKKê ferman da çeteyên xwe wê birevînin.

Agahiyên ku bi dest “Darka Mazî” ketine amaje dikin ku Aydilê li roja 25-09-2025an hevjînî bi Reşo Muslim Hesen nasiyar bi “Cemşîd Kobanê” re pêk anîbû. Cemşîd Kobanê, wek endamê asayîşê, li roja 26-01-2026an di êrîşên Artêşa Erebî ya Sûriyeyê de li ser Rojavayê Kurdistanê, taybet taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê jiyana xwe ji dest da.

Çavkaniyên “Darka Mazî” eşkere kirin ku li roja 12-05-2026an, Aydil ji aliyê koma çeteyên PKKê “Ciwanên Şoreşger” ve bi zorê hatiye revandin û ji bo cihekî nediyar hatiye birin.

Bûyer bi tundî ji aliyê xelkê Kobanê hate şermezarkirin

Ev bûyere bi tundî ji aliyê xelkê Kobanê û kesûkarên Aydilê ve hate şermezarkirin û di nav caddeya Kobanê de nîgeraniyeka mezin drust bûye. Xelkê deverê daye diyarkirin ku: “Nabe bi çu awayekî destdirêjî û revandin beramberî xêzan û kesûkarên şehîdan were kirin, bi taybet ji aliyê komên ku xwe bi parêzerên vê xakê dizanin.”

Xelkê deverê daxwazê ji aliyên peywendîdar dikin ku bi zûtirîn dem çarenivîsê Aydilê diyar bikin û wê vegerînin nav xêzana wê, ji ber ku ev corê reftaran dibin sedema têkçûna barê civakî bi hemû awayekî.

“Ciwanên Şoreşger” yek ji rêxistinên çete yên girêdayî PKKê ye, fermanên xwe ji Qendîlê distînin û fermandarê HSDê Mazlûm Ebdî serperştiyê li vê grûpê dike. Erka sereke ya vê grûpa çeteyan revandina zarokên Rojavayê Kurdistanê, tirsandin û gefxwarina li xelkê sivîl û êrîşkirna ser baregehên partiyên kurdistanî ye.