Nasnameyên 4 şervanên Asayîşê hatin eşkerekirin

asaiysha rojava-info

Tevî ku 5 meh li ser êrîşa çeteyên Şamê ya li ser taxên Şêxmeqsûdê û Eşrefiyê re derbazbûn, lê hêjan qurbaniyên ku di vê pîlangîryê de ji hêla PKKê û Ocalan ve hatine feda kirin eşkere dibin, fermandariya Asayîşê nasnameyên 4 şervanên din yên ku di vê yariyê de bûne qurbanî aşkere kir.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlehiya Hundirîn (Asayîş) nasnameyên 4 şervanên ku li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê canê ji dest daye eşkere kir.

Şervanên Asayîşê di dema şerê li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên li Helebê di dema şerê bi çekdarên artêşa Ereban a Sûriyeyê de li meha Çileya îsal 2026ê canê xwe ji dest dabû.

Li gorî daxuyaniyê navên wan bi vî rengî ne:

Newras Horo.

Îsmaîl Oso.

Îbrahîm Abdullah.

Îhsan Kurdî

Li gorî amarên navendên lekolînê li Rojavayê Kurdistanê, di êrîşa çeteyên Şamê ya ser Rojava de, ku li 6 Çileyê dest pê kirbûn, herî kêm 1200 Kurd hatine şehîd kirin, bi hezaran hatine revandin û bi sedan hezar jî koçber bûn.