Pêgeha Bahçelî ji bo Ocalan pêşniyaz kirî; Dê çawa xizmeta Tirkiyeyê bike?

Serokê Partiya Neteweperest MHPê, bi fermî pêşniyar kiribû pêgehek li jêr navê “Kordînatorê Pêvajoya Aşitiyê û Têkhelbûna Siyasî” bi Ocalan bê dayîn, armanc ji vê pêşniyarê hilweşandina bi tevahî ya rêxistina PKKê ye.
Pêvajoya aşitiyê demeke tu pêşketinên berbiçav bi xwe ve nedîtine, Murad Qarayilan çend rojan berê dewlet bi cemidandina pêvajoyê sûcdar kir, AKPê jî careke din mercên derxistina rêznameyên qanûnî bi çekdanana bi tevahî ve girêdabû.
Dewlet Bahçelî çend rojan berê gotibû: “Bila Ebdullah Ocalan, bibe Kordînatorê Pêvajoya Aşitiyê û Têkhelbûna Siyasî.”
Armanc ji vê pêşniyaza Bahçelî ew bû ku Ocalan ji zindana xwe ya Îmraliyê, bi piştgiriya lojîstîk û çavdêriya dewletê, peywendiyê bi rêberên PKKê yên li Îraq û Sûriyê bike ji bo cîbicîkirina telîmatên pêvajoya çekdananê. Bahçelî diyar kiribû ku ev pêgeh tenê ji bo hilweşandina PKKê ye û ne pêgehekî siyasî bo nûneratiya Kurdan nadete Ocalan.
Raportên medyayî aşkere dikin ku Parlamendoya Tirkiyeyê amadekariyên derxistina yasayekê bo vegeriyana gerîlayan dike û ev amadekarî ber bi duomahiyê ne, di vê yasayê de mohletek wekheviya (yek ta du heyv) bo gerîlayan heye ku çekî deynin û vegerin.
Di çarçoveya pêvajoya aşitiyê de ku Tirkiye wê wekî “Tirkiyeya Bê Teror” bi nav dike de, tê çaverêkirin ku di nav heftiyekê de rapora saziyên ewlehiyê ya li ser çekdanîna PKKê pêşkêşî hikûmetê bê kirin. Piştî raporê, dê li parlamena Tirkiyeyê gavên yasayî werin avêtin.
Çavkaniyên ji Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) îdiayên ku dibêjin “pêvajoya sist bûye” red dikin û tekez dikin ku xebat berdewam in. Li gorî zanyariyan, piştî amadebûna rapora saziyên ewlehiyê, parlamena Tirkiyeyê û saziyên dewletê dê dest bi gavên yasayî û îdarî bikin. Berpirsên AK Partiyê îşaretê bi derxistina qanûnên nû dikin, da ku çarenûsa kesên çekan datînin, bi rêyên siyasî û yasayî di bin sîwana parlamenê de were diyarkirin.
Ev geşedan di demekê de ne ku Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di encamnameya 12mîn kongreya xwe de (ku di navbera 5-7ê Gulana 2025an de pêk hatibû), bi fermî ragihandibû ku wan dawî li şerê çekdarî aniye û saziya xwe ya rêxistinî hilweşandiye.
Herwaha di 9ê Tîrmeha 2025an de, piştî peyameke vîdyoyî ya Ebdullah Ocalan, li nêzîkî şikefta Caseneya li devera Surdaşa parêzgeha Silêmaniyê, bi beşdariya 30 endamên PKKê merasîmek hatibû lidarxistin. Di wê merasîmê de piştî xwendina daxuyaniya çekdanînê, 30 çek hatibûn şewitandin.