DEM Partî: Ji bo Pêvajoya Aştiyê pêdivî Bi nexşerêyeke qanûnî heye

Serokwekîla Koma Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît, destnîşan kir ku ji bo berdewamî û mîsogerkirina pêvajoya siyasî û aştiyê, divê Parlîman û desthilatdarî demildest gavên hiqûqî bavêjin. Koçyîgît da zanîn ku êdî qonaxa daxuyaniyan bi dawî bûye û dema avêtina gavên pratîkî ye.
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît, îro 20ê Gulanê di konferanseke rojnamevanî ya li Parlîmanê de, bal kişand ser rûdanên siyasî yên dawî û geşedanên girêdayî nexşerêya aştiyê. Koçyîgît diyar kir ku ji bo asayîbûn û pêşveçûna pêvajoyê, berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê saziyên siyasî û bi taybetî Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê (TBMM). Refransa wê ya bingehîn jî rapora komîsyona Meclîsê ya berê bû ku wekî rêberekê nirxand.
“Çavê raya giştî li Meclîsê û li çêkirina qanûnan e. Rapora Meclîsê ji bo her kesî wek nexşerêyek e û gavên qonaxa duyemîn diyar in.”
Di berdewamiya daxuyaniya xwe de, Koçyîgît nirxandin li ser peyamên dawî yên Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî jî kir. Koçyîgît daxuyaniyên Bahçelî wekî pêngavên giring wesifandin û destnîşan kir ku di serî de Abdullah Ocalan û hemû aliyên peywendîdar ji bo pêşvebirina vê pêvajoyê di nava hewldanan de ne. Lê belê wê tekez kir ku bingeha aştiyeke mayînde tenê bi rêyên hiqûqî û destûriyê dikare were avakirin.
Koçyîgît bang li hikûmetê û aliyên desthilatdar kir ku di warê qanûnî de bi wêrekî gavan bavêjin û destnîşan kir ku her mîsogeriyeke hiqûqî dê pergala demokrasiyê ya li welat bihêztir bike.
Di encama daxuyaniya xwe de, Serokwekîla Koma DEM Partiyê amadebûna partiya xwe ya ji bo girtina her cûre berpirsyariya siyasî nîşan da û ragihand ku serkeftina vê pêvajoyê dê di berjewendiya tevahiya civakê de bibe. Koçyîgît gotina xwe bi vê bangawaziyê bi dawî kir: “Êdî ne dema gotinan e, dema pratîkê ye.”