Îranê du girtiyên siyasî yên Kurd daleqandin

Desthilata dadwerî ya Îranê du girtiyên siyasî yên Kurd bi tohmeta endamtiya partiyên Rojhilatê Kurdistanê îdam kirin.
Ajansa nûçeyan a fermî ya desthilata dadweriyê ya Îranê (Mîzan) îro nûçeya bidarvekirina du girtiyên Kurd ên bi navên Ramîn Zile û Kerîm Merûfpûr belav kir.
Li gorî Mîzanê, ew girtî bi tohmeta endamtiya “komên cudaxwaz” (mebest partiyên Rojhilatê Kurdistanê ne) hatine îdamkirin.
Mîzanê nûçe bi rengê, “Piştî derbaskirina qonaxên yasayî ya ji aliyê Dîwana Bilind a welêt ve, cezayê îdamê li Ramîn Zile û Kerîm Merufpur hat birîn” da.
Li gorî ajansê, cezayê wan her du kesan vê sibehê hatiye bicihanîn lê li ser cihê îdamê ti agahî nehatine dayîn.
Ramîn û Kerîm kî ne?
Ramîn Zile Kurd e û ji Nexedeyê ye. Ji aliyê lîwaya yekem a Dadgeha Şoreşê ya Mehabadê ve bi tohmeta “bexî”yê (serhildan) ya bi rêya “endamtiya Partiya Demokrat a Kurdistanê-Îran (PDK-Î)” cezayê îdamê lê hatibû birîn.
Li gorî rêxistinên mafên mirovan, 6ê Kanûna Pêşîn a 2025an cezayê Ramîn bi awayekî fermî jê re hatibû ragihandin.
Kerîm Merûfpûr jî Kurd e, 29 salî ye û ew jî ji Nexedeyê ye.
Ji aliyê lîwaya yekem a Dadgeha Şoreşê ya Mehabadê ve bi tohmeta “bexî”yê ya bi rêya “endamtiya Partiya Demokrat a Kurdistanê-Îran” cezayê îdamê li wî jî hatibû birîn.
Kerîm 23yê Adara 2021ê li Serdeştê hatibû girtin û 6ê Kanûna Pêşîn a 2025an cezayê wî bi awayekî fermî jê re hatibû ragihandin.
Li Îranê ji destpêka meha Adarê ve herî kêm 27 kes bi hincetên wekî “têkoşîna çekdarî ya li dijî Komara Îslamî ya Îranê, têkdana ewlehiya neteweyî û hevkariya bi Îsraîl û Amerîkayê re” hatine îdamkirin.