AKP nexşerêya nû ya Bahçelî ya derbarê pêşniyara statuya Ocalan dinirxîne

Nexşerêya ku roja duşemiya borî ji hêla Dewlet Bahçelî, serokê MHPê û hevalbendê serke yê Erdogan ve hatiye ragihandin, ku armanca wê vejandina Pêvajoya Aştiyê ye, dê di astên herî bilind ên AKPê de were nirxandin.
Li gorî raporeke ku roja sêşemê ji hêla rojnameya Türkiye ve hatiye weşandin û piştbestin bi raporeke Îstîxbarata Neteweyî (MÎT) ve kiriye, dê bernameyeke nû ji bo pêvajoyê were amandekirin. di raporê de tê gotin ku têkiliyên germ di navbera saziyên ewlehiyê, Îmralî û Qendîlê de dest pê kirine da ku leza pêvajoyê vegerînin.
Wekî beşek ji têkiliyên berdewam ên MÎTê, tê çaverêkirin ku di demeke nêzîk de nexşerêyek û bernameyeke nû li ser ka pêvajo çawa pêşve biçe derkeve holê.
Tê îddîakirin Ocalan bo nivîsgeheke taybet were veguhestin
Li gorî raporê, serokê PKKê yê girtî Abdullah Ocalan dikare li gorî talîmatên ji rêveberiya siyasî, ji bo nivîsgeheke lêkolînê ya ku di nav girtîgeha Îmralî de hatiye amadekirin, were veguhestin. Hatiye ragihandin, nivîsgeh berê hatibû amadekirin lê Ocalan hîn neçûye wir. Di raporê de hatiye gotin ku heger destûra siyasî were dayîn, saziyên ewlehiyê dê veguhestinê bi cih bînin.
Her weha hatiye diyar kirin ku di wê qonaxê de dikare destûr bête dayîn ku Ocalan civînên din ên bi pêvajoyê ve girêdayî li dar bixe. Li gorî raporan, rayedaran nirxandiye ku têkiliya rasterast di navbera Ocalan û rêxistinê de dikare pêvajoya bêçekkirin û hilweşandina PKKê bileztir bike.
AKP pêşniyazên Bahçelî bi baldarî dibîne
Bahçelî roja duşemê mekanizmayeke sazumaniyê ya nû ji bo pêvajoyê pêşniyaz kir û xwest ku roleke hevrêzkirinê ya sînorbar di bin avahiyek ku wî jê re digot “Ofîsa Koordînasyona Pêvajoya Aştiyê û Siyasîkirinê” de bidin Ocalan. Bahçelî got: “Divê avahiyek were avakirin ku tê de Ocalan bikaribe bandora xwe li ser rêxistinê biparêze li şûna ku wekî serokê damezrîner ê PKKeya hilweşiyayî were bicihkirin.”
Li gorî rojnameya Türkiye, nirxandinên destpêkê yên AKPê hîn pêşniyazên Bahçelî – di nav de dayîna “statuya civakî” û rola koordînatorî ji bo Ocalan – di prensîbê de bi guncav lê girêdayî şert û mercên taybetî dîtine.
Di raporê de hatiye gotin ku serokatîya AKPê hîn jî dudil e ku gavên nû bavêje berî ku bêçekkirina PKKê bi tevahî were piştrast kirin. Partiya desthilatdar bi berdewamî tekez kiriye ku danîna çekan şertê pêşîn ê her gavên siyasî an qanûnî yên pêşerojê ye.
Rapora îstîxbarata Tirkiyeyê dê qonagha behît diyar bike
Li gorî raporê, encamên têkiliyên MÎTê bi Ocalan û rêveberiya Qendîlê re dê qonagha din a pêvajoyê diyar bike. Li gorî encamên MÎTê, tê çaverêkirin ku AK Partî û saziyên ewlehiyê bernameyeke berfireh amade bikin.
Ger rêxistin li gorî nexşerêyê gavên din bavêje, dibe ku nîqas li ser rêziknameyên qanûnî, di nav de statuya Ocalan, dest pê bikin.