Mesrûr Barzanî: Em hewl didin Ku di zûtirîn dem de kabîneya nû ya hikûmetê pêk bê

Mesrûr Barzanî: Em hewl didin Ku di zûtirîn dem de kabîneya nû ya hikûmetê pêk bê

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di çarçoveya serdana xwe ya fermî ya ji bo Bexdayê de, daxuyaniyên giring dan medyayê. Barzanî ragihand ku wan bi fermî daxwaz kiriye ku mûçeyê fermanberên Herêma Kurdistanê ji hemû pirsgirêkên siyasî û teknîkî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de were veqetandin da ku mîna fermanberên din ên Iraqê muamele ligel were kirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro, 23ê Gulanê, di konferanseke rojnamevaniyê de bal kişand ser têkiliyên xwe yên li gel aliyên siyasî yên Iraqê û got: “Têkiliyeke me ya dîrokî û demdirêj bi Hevpeymaniya Azim re heye û xalên me yên hevpar gelek in. Em ê ji bo çareserkirina wan mijarên ku heta niha di asta federal de mane, hevahengiya xwe ya bi hev re berdewam bikin.”

Di berdewamiya axaftina xwe de, Barzanî li ser parvekirina mafên darayî yên herêmê rawestiya û tekez kir ku nabe debara jiyana xelkê bibe amûra nakokiyan. Serokwezîr diyar kir ku di civînan de daxwaza wan a sereke ew e ku mijara mûçeyan ji pirsgirêkên din were cudakirin û divê mûçeyê fermanberên Herêma Kurdistanê wek mûçeyê hemû welatiyên din ên Iraqê bi awayekî asayî û bêdemdirêjî were hesibandin.

Derbarê avakirina kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de jî, Mesrûr Barzanî helwesta xwe bi zelalî nîşan da û ragihand: “Me ji mêj ve daxwaz kiriye ku kabîneya nû ya hikûmetê were avakirin. Ji aliyê me ve ti astengî û pirsgirêk nîn e û em hemû hewlên xwe didin da ku kabîneya hikûmetê di zûtirîn dem de pêk bê.”