Xemîs Xencer: Serdana Mesrûr Barzanî bûye pêngava çareserkirina gelek pirsgirêkan

Xemîs Xencer: Serdana Mesrûr Barzanî bûye pêngava çareserkirina gelek pirsgirêkan

Serokê Hevpeymaniya Siyadeyê Xemîs Xencer ragihand ku serdana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bo Bexdayê pir serkeftî û giring bûye. Xencer eşkere kir ku ev livîna dîplomatîk bûye pêngava çareserkirina gelek arêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê û diyar kir ku lihevkirineke siyasî ya nû bo destpêkirina fermî ya hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bo bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê pêk hatiye.

Kesayetiyê siyasî yê naskirî yê Iraqê Xemîs Xencer, îro (Yekşem, 24.05.2026) li mala xwe pêşwaziya Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir. Piştî civîneke dualî, Xencer di dema birêxistina Mesrûr Barzanî de ji rojnamevanan re axivî û bal kişand ser giringiya demê û got, “Ev civîn di demeke pir hestiyar de bi rê ve diçin, bi taybetî ku Iraq li pêşberî pêngavên avakirina hikûmeteke nû bi serokatiya Elî Zeydî ye.”

Xencer destnîşan kir ku niha derfet û fersendeke zêrîn li pêşberî tevahiya hêzên siyasî yên Iraqê ye daku hemî arêşeyên hilawestî bi awayekî bingehîn çareser bikin. Wî tekez kir ku divê rêbazek were girtin ku rê li ber dubare serhildana qeyranan bigire û aramiya siyasî pîve bike.

Di berdewamiya axaftina xwe de, Serokê Hevpeymaniya Siyadeyê bal kişand ser aloziyên borî û bandorên xirab ên hevrikiyên di navbera Îran û Amerîkayê de yên li ser axa Iraqê. Xencer bi tundî rexne li êrîşên milîsan ên li ser Herêma Kurdistanê û welatên Erebî girt û hişyarî da ku berdewambûna van binpêkirinan rewşa navxweyî û ya deverê ber bi nearamiyê ve dehf dide û pekhateya civakî ya Iraqê têk dide.

Li ser babeta temamkirina kabîneya wezarî ya nû, Xemîs Xencer eşkere kir ku aliyên siyasî gihîştine lihevkirinekê daku rasterast piştî bêhnvedana Cejna Qurbanê, wezîrên nû bo wan wezaretan bên diyarkirin ên ku heta niha bi wekalet tên birêvebirin. Xencer da zanîn ku ji bo darêtina karnameya hikûmetê çend civînên din di rê de ne.

Xemîs Xencer di dawiyê de tekez kir ku pêdivîtiya welatiyên Iraqê di vê qonaxê de ji her demê zêdetir bi vî awayê hevfêmkirin û diyalogan heye, daku berjewendiyên bilind û ewlehiya welat li hemberî bagerên herêmî werin parastin.