Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê serdana Ocalan kir

Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê ji bo hevdîtna bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re serdana girava Îmraliyê kir.
DEM Partiyê îro şemiyê 24ê Gulana 2026ê ragihand ku heyeta wan çûye Îmraliyê, şand ji Pervin Buldan, Mithat Sancar û Faik Ozgur pêk tê.
Destnîşan kir, piştî ku heyet vedagere dê derbarê hevdîtna bi Ocalan daxuyaniyeke nivîskî bide.
Ev serdan d demeke wisa de ye ku zêdetirî 18 mehan çavê raya giştî êdî li gavên yasayî yên pêvajoya çareseriyê ye.
Heyeta DEM Partiyê herî dawî 27ê Adara îsal çûbû Îmraliyê û bi Ocalan re civiyabû. Ocalan di wê hevdîtinê de xwastbû ku parlamentoya Tirkiyeyê berpirsyariya xwe bi cih bîne û xwastbû ku çarçoveya yasayî ya pêvajoya çareseriyê were amadekirin.