Di yekem hilbijartin de li Rojavayê Kurdistanê, ENKSê serkeftinek mezin destxist û gelê Kurd PKK red kir

Hilbijartin-Rojava-info

Di yekem ezmûna hilbijartinan de li Rojavayê Kurdistanê, berbijarên ENKSê serkeftin û berbijarên PKKê û Mazlûm Ebdî hatin redkirin.

Piştî proseya hilbijartinên “Civata Gel” (parlamentoyê) li Rojavayê Kurdistanê bi dawî bûn, Komîteya Bilind ya Hilbijartnan li Sûriyê encamên hilbijartinê aşkera kirin. ENKSê û Partiya Demokrat li bajarên Qamişlo, Hesekê, Kobanê û Dêrikê serkeftin û PKK li rêzên duyem û sêyem hat.

Îro roja yekşembî 24ê Gulana 2026ê, hilbijartinên endamên “Civata Gel” li her yek ji Hesekê, Qamişlo, Kobanê û Dêrikê bi rêve çûn, di demekê de ku hilbijartin li Efrînê û Tel Eranê li 5ê Cotmeha 2025ê hatibûn encamdan.

Li bazneyan deng weha bûn:

Bazneya Qamişlo:

  1. Rizwan Seydo – Nunerê Encumena Niştimaniya Kurdî (ENKSê): 160 deng.

  2. Ebdulhelîm El-Elî – Ji pêkhateya Ereb: 142 deng.

  3. Kîm Îbrahîm – Nunerê civaka sivîl û berbijarê Mazlûm Ebdî: 139 deng.

  4. Mehmûd El-Madî – Ji pêkhateya Ereb: 139 deng.

Bazneya Hesekê:

  1. Îbrahîm El-Elî – Ji pêkhateya Ereb: 122 deng.

  2. Omer El-Hayis – Ji pêkhateya Ereb: 113 deng.

  3. Fesla Yûsif – Ji Encumena Niştimaniya Kurdî: 86 deng.

Bazneya Dêrikê:

  1. Ehmed Murad – Ji civaka sivîl, berbijarê parêzgarî û Mazlûm Ebdî.

  2. Elî El-Ayid – Ji pêkhateya Ereb (bi tezkiye serkeft).

Bazneya Kobanê:

  1. Ferhad Şahîn – Ji Encumena Niştimaniya Kurdî li Sûriyê (ENKSê).

  2. Şewax El-Esaf – Ji pêkhateya Ereb.

Bazneya Efrînê:

  • Şêx Seîd Şêx Îsmaîl Zade – Ji Partiya Demokrat a Kurdistan – Sûriye.

  1. Mihemmed Seydo – Ji Partiya Demokrat a Kurdistan – Sûriye.

  2. Rengîn Ebdo – Serbexwe (bêlayen).

ENKSê li piraniya bazneyan pêş PKKê hat

Li bazneya Qamişlo berbijarê Encumena Niştimaniya Kurdî (ENKSê) yê bi navê “Rizwan Seydo” pirtiriya dangan bi dest xist û li rêza yekê hat, di demekê de berbijarê PKKê û Mazlûm Ebdî yê bi navê “Kîm Îbrahîm” li rêza sêyem hat, û berbijarê pêkhateya Ereb jî “Ebdulhelîm El-Elî” rêza duyem bi dest xist.

Her weha li bazneya Hesekê jî, berbijarê ENKSê li rêza sêyem hat ku rêza yekem û duyem berbijarên pêkhateya Ereb bûn. PKKê jî çi tiştek li Hesekê dest nexist.

Di demekê de li Dêrikê du berbijar hebûn, ew jî “Ehmed Murad” ku berbijarê Mazlûm Ebdî û parêzgarî bû, û her weha “Elî El-Ayid” ji pêkhateya Ereb ku ew jî bi tezkiye serkeftiye.

Li bajarê Kobanê jî berbijarê ENKSê “Ferhad Şahîn” rêza yekê anî û “Şewax Esaf” ji pêkhateya Ereb rêza duyem.

Hêjayî gotinê ye li Efrînê jî ku pêştir hilbijartin hatibû encamdan, berbijarên Partiya Demokrat a Kurdistanê a Sûriyê “Şêx Seîd Îsmaîl Zade” û “Mihemmed Seydo” rêza yekem û duyem destxistin, her weha berbijara serbexwe “Rengîn Ebdo” wek rêza sêyem destxist.

Nunerên serkeftî yên Kurdan di “Civata Gel” ya Sûriyê de ev in:

  • Hesekê:

    1. Fesla Yûsif – Ji Encumena Niştimaniya Kurdî li Sûriyê (ENKSê).

  • Qamişlo:

    1. Rizwan Seydo – Encumena Niştimaniya Kurdî li Sûriyê (ENKSê) – Ji Partiya Wekheviyê.

    2. Kîm Îbrahîm – Ji civaka sivîl, berbijarê Mazlûm Ebdî.

  • Dêrik:

    1. Ehmed Murad – Ji civaka sivîl, berbijarê Mazlûm Ebdî.

  • Kobanê:

    1. Ferhad Şahîn – Encumena Niştimaniya Kurdî li Sûriyê (ENKSê) – Ji Partiya Demokrat a Kurdistan – Sûriye.

  • Efrîn:

    1. Şêx Seîd Şêx Îsmaîl Zade – Ji Partiya Demokrat a Kurdistan – Sûriye.

    2. Mihemmed Seydo – Ji Partiya Demokrat a Kurdistan – Sûriye.

    3. Rengîn Ebdo – Serbexwe, bavê wê ji Partiya Komûnîsta Sûrî ye.

  • Tel Eran:

    1. Omer Xerîbo – Serbexwe.

Li Rojavayê Kurdistanê di yekem proseya demokrat û medenî de ku hilbijartna nunerên Civata Gel bû, berbijarên PKKê ji hêla gel ve hatin ceza kirin. Ev yek jî piştî aşkerebûna wê siyaseta şaş ya ku PKKê dimeşand, ku bi sedema wê Rojava û gelê wê li bin navê “Biratiya Gelan” ber bi neman û komkujiyan ve birin.