CENTCOM: Amerîkayê li nava axa Îranê çendîn armancên serbazî bombebaran kirin

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand, wan pêleke nû ya êrişan li dijî Îranê pêk aniye û tê de sîstemên parastina asmanî û navendên ragihandinê yên serbazî kirine armanc.
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) bi daxuyaniyekê aşkere kir, hêzên wan li dijî çendîn herêmên Îranê operasyoneke berfireh a asmanî û deryayî pêk aniye. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di vê pêla nû ya êrişan de, bi taybetî sîstemên çavdêriya serbazî, navendên peywendiyan û bingehên parastina asmanî ya Îranê hatine lêdan.
Li gorî CENTCOMê, operasyon serê sibeha îro 11ê Hezîrana 2026an, hatiye pêkanîn. Di êrişê de Hêzên Marînes, hêzên asmanî û deryayî yên Amerîkayê bi hev re beşdar bûne. Destnîşan kir jî, di operasyonê de “teqemeniyên hûrbîn” hatine bikaranîna, da ku ziyan negihîje sivîlan.
Amerîkayê sedema vê operasyonê wekî “parastina rewa” binav kir û ragihand, ew bingehên serbazî yên hatine lêdan, gefeke rasterast bûn li ser hêzên Amerîkayê û ewlehiya keştiyên bazirganî yên di rêyên navneteweyî de.
Li Tehran û Karacê dengê teqînan hat bihîstin
Li aliyê din, çavkaniyên herêmî li Îranê ragihandin ku li paytext Tehran û derdora wê dengê çendîn teqînên gelekî bi hêz hatiye bihîstin. Medyaya fermî ya Îranê piştrast kir ku li bajarê Karac (rojavayê Tehranê) û bajarê Weramîn (başûrê rojhilatê Tehranê) teqîn çêbûne.
Ev êriş piştî çend saetan ji êrişeke din a Amerîkayê ya li ser peravên başûrê Îranê pêk hat. Tevî ku zirarên mezin tên texmînkirin, lê heta niha rayedarên Komara Îslamî ya Îranê derbarê qebareya ziyanên canî û madî û sedema teqînan de ti daxuyaniyek belav nekiriye.