Donald Trump bi fermî gihîştina lihevkirina dawî ya bi Îranê re ragihand

Donald Trump bi fermî gihîştina lihevkirina dawî ya bi Îranê re ragihand

Serokê Amerîkayê Donald Trump bi fermî ragihand ku proseya lihevkirina di navbera Washington û Tehranê de bi serkeftî bi dawî bûye. Trump wekî gava yekem a vê pêngavê, ferman da ku Tengava Hurmizê bêyî tu bac an astengiyan bi rûyê keştiyên navneteweyî de were vekirin û dorpêça deryayî ya li ser Îranê bi temamî were rakirin.

Serokê Amerîkayê îro (Duşem, 15ê Hezîrana 2026an) li ser hesabê xwe yê fermî yê tora civakî “Truth Social” pîrozbahiya gihîştina lihevkirina dawî ya ligel Komara Îslamî ya Îranê kir. Trump eşkere kir ku wî desthilata tam daye saziyên pêwendîdar da ku aboriya herêmê zindî bikin û bang li keştiyên bazirganî yên cîhanê kir ku dest bi tevgerê bikin daku petrol ji nû ve biherike. Serokê Amerîkayê ev gav wekî “lihevkirineke mezin” ji bo aştî û aramiya herêmê pênase kir û destnîşan kir ku gelek serokan beriya wî hewl dabûn vê aştiyê bikin lê bi ser neketibûn.

Trump da zanîn ku roja Înê, piştî îmzekirina fermî ya peymanê, dê Tengava Hurmizê ji bo paqijkirina mînan rastexwe were vekirin daku tevgera enerjiyê ya li seranserî cîhanê vegere rewşa xwe ya asayî. Li gorî daxuyaniyê, rakirina dorpêça deryayî ya Amerîkayê ya li navçeyê dê demildest bikeve meriyetê û ev yek dê rûyê bazirganiya navdewletî ya li Kendavê bi temamî biguhere.

Ji aliyê din ve, Serokwezîrê Pakistanê Şahbaz Şarîf bi daxuyaniyekê li ser tora civakî ya “X”ê ev lihevkirin piştrast kir û ragihand ku piştî danûstandinên dijwar, her du alî gihîştine encamê. Şarîf eşkere kir ku merasîma fermî ya îmzekirina vê rêkeftina dîrokî ya di navbera Amerîka û Îranê de, dê roja Înê (19ê Hezîrana 2026an) li welatê Swîsreyê bi amadebûna nûnerên navneteweyî were lidarxistin.