Piştî 10 salan, xelkê 13 gundên Zaxoyê vedigere ser cih û zeviyên xwe

Derkar-info

Piştî rawestana şerê PKK û Tirkiyeyê û destpêkirina pêvajoya aştiyê, îro xelkê 13 gundên li sînorê nahiya Derkarê ya ser bi Zaxoyê ve, piştî nêzîkî deh salan, vegeriyan ser gund û zeviyên xwe.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi fermî razîbûna xwe nîşan da ku xelkê van 13 gundan vegere ser cih û warên bav û kalan. Ev biryar wekî derfetekê tê dîtin da ku gundî karibin careke din dest bi xebatên xwe yên çandinî û geştiyariyê bikin.

Rêveberê Nahiya Derkarê Cewher Mihemed ji Kurdistan24ê re aşkera kir, îro ji saet 07:00ê sibê ve gundiyan dest bi çûna ser rez û baxên xwe kirine. Mihemed diyar kir ku di vê qonaxê de gundî dikarin heta saet 18:00ê êvarê li gundên xwe bimînin.

Cewher Mihemed her wiha destnîşan kir, aliyên peywendîdar ên hikûmetê dê di nêz de serdana wan gundan bikin, da ku kêmasî û pêwîstiyên wan ên wekî rê, av û kehrebeyê destnîşan bikin û dest bi dabînkirina xizmetguzariyan bikin.

Rêveberê nahiyê ji bo parastina canê welatiyan hişyariyeke da û bang kir ku ti kes destkariyan di mîn û teqemeniyên ku li deverê mane de neke. Herwiha daxwaz ji gundiyan kir ku gava rastî tiştekî gumanbar hatin, demildest aliyên ewlehiyê û saziyên têkildar agahdar bikin.

 

kurdistan24