Mesrûr Barzanî û Tom Barrack li Hewlêrê civiyan

Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê bo Iraq û Sûriyeyê Tom Barrack gihîşt bajarê Hewlêrê û li gel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di civya.
Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê Donald Trump bo karûbarên Iraq û Sûriyeyê Tom Barrack, îro 16ê Hezîrana 2026an gihîşt bajarê Hewlêrê.
Tom Barrack bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re civya. Di hevdîtinê de gelek mijarên girîng ên di warê ewlehî û siyasî hatin gotûbêjkirin.
Li gorî bernameya serdanê, tê çaverêkirin ku Tom Barrack piştî vê civînê, bi Serok Mesûd Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re jî hevdîtinan pêk bîne.
Nûnerê Taybet ê Amerîkayê, duh Duşemê 15ê Hezîranê li Bexdayê bû û bi Serokwezîrê Iraqê Elî Falih Zeydî re civiyabû.
Ev yekemîn serdana Tom Barrack bo Hewlêr û Bexdayê ye ji dema ku wek Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê bo Iraq û Sûriyeyê hatiye erkdarkirin.