Li Hesekê rêkarên vegera koçberên Serê Kaniyê hatin gotûbêjkirin

Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed ligel şandeke pîşesazî ji tîma serokatiya Sûriyeyê civiya. Di civînê de, rêkar û gavên pratîkî yên girêdayî vegera koçber û derbiderên Serê Kaniyê, di çarçoveya cîbicîkirina rêkeftina 29ê Çileyê de hatin nirxandin.
Parêzgeha Hesekê di daxuyaniyeke fermî de ragihand ku parêzgar û şanda pê re, bi hûrgulî li ser amadekariyên pêwîst ji bo misogerkirina vegereke ewleh, aram û birûmet ji bo welatiyan sekinîn. Herwiha hat destnîşankirin ku paqijkirina herêmê ji mayîn û paşmayên şer, bi taybetî li ser rêyên sereke, gava yekem a asankirina vegera sivîlan û peydakirina pêwîstiyên wan ên bingehîn e.
Di daxuyaniyê de herwiha hat tekez kirin ku di civînê de giringiyeke mezin biderketina berdewamiya hemahingiyê di navbera hemû aliyên peywendîdar de hatiye dayîn. Aliyan li hev kir ku rêkarên qanûnî û ewlehiyê yên pêwîst di zûtirîn dem de werin temamkirin, daku jîngeheke guncaw ji bo pêşwazîkirina koçberan were afirandin.