15 Salên desthilatdariya PKKê li Rojava: Siyaseta goristanan û binpêkirina pêşeroja ciwanan

Memed Mêrdînî
Dema ku di sala 2011an de li Sûriyeyê serhildana gel dest pê kir, Kurdên li Rojavayê Kurdistanê xwedî fersendeke zêrîn û dîrokî bûn ku karibin herêma xwe ber bi statuyeke qanûnî û federal a mîna Herêma Kurdistanê ve bibin. Lê belê, di encama lihevkirinên siyasî yên li pişt perdeyê de, desthilatdarî radestî baskên girêdayî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) hat kirin.
Piştî derbaskirina 15 salan di bin vê sîstema yekpartiyî de, dema ku mirov li rewşa aborî, civakî û birêveberiyê ya Rojava dinêre, rûberûyî bîlancoyeke gelekî tarî dibe. Di nava vê dema dirêj de, li şûna ku binesaziyeke pîşesazî, dergehên aborî yên nûjen, saziyên perwerdehî yên xwedî rûmeta navdewletî an jî projeyên stratejîk ên av û elektrîkê werin avakirin, herêm bi zanebûn di nav sîstema paşveçûn û xizaniyê de hat xistin. Gelê herêmê yê ku li ser deryayeke petrolê dijî, îro ji bo lîtreyek mazot, nanekî paşvemayî û dermanekî seretayî di dorên dirêj de dinale.
Ev bêrêveberiya ku aborî û jiyana rojane wêran kiriye, di warê leşkerî û îdeolojîk de wekî sîstemeke gelekî plankirî dimeşe ku tê de tenê yek sazî bi awayekî herî nûjen û mîmarî hatiye avakirin: Goristanên mezin. Di nava 15 salan de, bi hezaran ciwanên Kurd ên dilpak, xort û keçên ku xwedî xewnên mezin bûn, bi navê “şerên parastinê” û bi dirûşmên pûç hatin birêkirin ber bi eniyên şer ên ku tu qezenceke wan a neteweyî ji bo paşeroja Kurdistanê tune bû.
Ev xwîna pîroz a ciwanên Kurd, li şûna ku bibe bingeha misogerkirina nasnameyeke siyasî û herêmî ya fermî, ji aliyê makîneya propagandaya PKKê ve wekî sotemeniyeke bêdawî ji bo zindîkirina îdeolojiya wan a rûxandî û gemar tê bikaranînar. Rêxistinê çandeke weha ya mirinê di nav civakê de çandiye ku tê de qurbanîdana mirovan û mezinbûna goristanan wekî “serkeftin” tê pîrozkirin, di demekê de ku li ser maseya dîplomasiyê mafên herî seretayî yên mîna mafê hemwelatîbûnê an parastina axê li hemberî dagirkeriyê wendabûyî ne.
Ev xeta xwekujî û wêrankirinê ya ku li Rojava tê meşandin, ne rûdaneke tesadûfî ye, belku rasterast encama fermanên siyasî û leşkerî yên navenda Îmraliyê ye. Çavdêr û analîstên siyasî yên serbixwe bi eşkere destinîşan dikin ku serokê vê rêxistinê, Abdullah Ocalan, di bin kontrola rasterast û fîta îstîxbarata dewleta Tirk (Mît) de tevdigere. Ev fermanên ku ji girtîgehê bo Rojava çûn, bi zanebûn herêm ber bi şerekî herdemî û provokasyonên ku hincet dan destê Enqereyê ve bir, daku herêmên wekî Efrîn, serê Kaniyê û Girê Sipî bihên dagîrkirin û her kesekî jî bi çavên xwe dît ku ev yek pêkhat û ev bajarên Rojava Kurdistanê hatin dagîrkirin. PKKe bi vê siyaseta xwe, mîrateya qonaxeka zêrîn ya dîrokî feda kir da ku tenê xizmeta hevsengiyên siyasî yên dewleta Tirk bike û Herêma Rojava ji binyada wê ya demografîk û neteweyî vala bike. Encama herî kûr û grana vê desthilatdariya 15 salan, rûxandina hêviya herî dawiya serxwebûnê, koçberkirina bi milyonan kurdên resen ji axa bav û kalan û mehkûmkirina herêmêye bo paşerojeke reş û nezelal.
Ya zêdetir ji her tiştî dilê mirov dişewtîne eve ku sererayî zanîna van rastiyan, hêjan jî hinek kes hene ku baweriyê bi PKKê û Ocalan tînin û wan weke hêzeke kurdî ku di berjewenda kurdan de dixebite dibînin, lê belê her kesê li dîrokê binêre wê bi zelalî bibîne, PKKe û Ocalan bi tenê ji boy wendakirina kurdan xebatê dikin. “Civaka demokratîk, entegrasyon, biratiya gelan û hwd…” yên ku PKKe û serokê wê bangeşeyê jê re dikin, bi tenê ji boy xapandina kurdan in, ev hevok di rastiyê de daxwazên serdem yên dewletên dagîrker bi taybetî Tirkiyeyê ne ji boy zêdetir bindestkirina kurdan û pêşîlêgirtina li serxwebûna wan.