Beştaş: Bêyî çaksaziya di rewşa Ocalan de, pêvajoya aştiyê nagihîje encamê

Statoya Xapo-Net

Parlamentera DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş ragihand, heta “Mafê Hêviyê” neyê bicîkirin û statuya qanûnî ya Abdullah Ocalan neyê naskirin, ti proseyên aştiyê nagihîjin encamê.

Meral Daniş Beştaş rexneyên tund li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê girt ku 12 sal in biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya derbarê Abdullah Ocalan de naşopîne. Beştaş destnîşan kir ku Tirkiye li dijî hiqûqa navdewletî li ber xwe dide û saziyên Ewropî jî ji ber berjewendiyên siyasî çavên xwe ji vê rewşê re digirin.

Beştaş bal kişand ser “Mafê Hêviyê” (Mafê serbestberdana bimerc) û diyar kir, cezayê hetahetayî yê girankirî yê ku li Tirkiyeyê tê sepandin, di eslê xwe de “cezayê îdamê yê bê nav e”. Beştaş got: “Mafê hêviyê di hiqûqê de, ne tiştekî wekî ‘dibe ku were sepandin’ e, lê fermaneke birêkûpêk e. Divê Tirkiye demildest di qanûnên xwe de guhertinan bike û vî mafî nas bike.”

Meral Daniş Beştaş derbarê nîqaşên nû yên li ser çareserkirina pirsê Kurd de got: “Birêz Ocalan ji bo aştiyê aktorekî bingehîn e. Ji bo ku prose bi selametî bi rêve biçe, naskirina statuya wî ya qanûnî û amadekirina zemînekê ji bo vê yekê, neçarî ye.”

Beştaş her wiha rexne li nakokiya di zimanê desthilatdarî û medyayê de jî girt û got: “Ji aliyekî ve hûn dibêjin ‘bila bibe koordînatorê siyasî’, lê ji aliyê din ve hûn zimanekî krîmînalîze û dijminkar bikar tînin. Ev yek cidîyeta proseyê ji holê radike. Heta ku statuya Ocalan bi fermî neyê naskirin, ti gavên avaker nayên avêtin.”