Înîsîyatîfa Neteweyî Ya Kurdistanê: Sêdaredana Şêx Seîd û hevalên wî di têkoşîna neteweyî ya Kurdan da Fetleke dîrokî ye

Înîsîyatîva Neteweyî Ya Kurdistanê bi daxuyaniyeke fermî ya ji bo raya giştî û çapemeniyê, Rêberê Tevgera Neteweyî ya Kurd Şêx Seîd û 46 hevalên wî di 101emîn salvegera sêdaredana wan de bi rêzdarî bi bîr anîn. Înîsîyatîfê rûdanên 29ê Hezîrana 1925an wekî “xaleke şikandinê ya herî kûr û fetleke dîrokî ya bîra neteweyî ya miletê Kurd” pênase kir û daxwaza eşkerebûna cihê gorên wan nû kir.
Daxuyaniyê bal kişand ser zemîna dîrokî ya Serhildana 1925an û destnîşan kir ku ev tevger encama rasterast a dabeşkirina Kurdistanê ya piştî Şerê Cîhanê yê Yekem, nezelalhiştina statuya siyasî ya Kurdan di Peymana Lozanê de û zextên navendîparêz ên Komarê bixwe bû. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bingeha vê rêxistinbûnê li gorî çavkaniyên rûsî digihîje sala 1918an û xeta ku bi Tevgera Azadiyê ava bûye; Serhildana Beyşebabê ya 1924an, Serhildana Şêx Seîd a 1925an û Serhildana Agiriyê ya 1927an (Tevgera Xoybûnê) mîna tîrêjên hevûdu li xwe digire.
Daxuyaniya Înîsîyatîfa Neteweyî Ya Kurdistanê bi vî awa ye:
JI BO RAYA GIŞTÎ Û ÇAPEMENÎYÊ
101emîn Salvegera Sêdaredana Şêx Seîd û Hevalên Wî: Di Têkoşîna Neteweyî ya Kurdan Da Fetleke Dîrokî
Di 29ê Hezîrana 1925an da li Amedê, Şêx Seîd û 46 hevalên wî hatin sêdarekirin. Tevî ku 101 sal di ser ra derbas bûye jî ev dîrok di hafizeya neteweyî ya miletê Kurd da wekî xaleke şikandinê ya herî kûr û bibandor cihê xwe diparêze. Serhildana 1925an di dîroknûsîya Kurdan da bi giranî wekî yek ji serhildanên destpêkê yên neteweyî yên herî berfireh û birêxistinkirî tê nirxandin ku tê da îradeya Kurdan a ji bo dîyarkirina qedera xwe ya neteweyî derketiye holê.
Zemîna dîrokî ya ev tevger tê da şîn bû, bi dabeşkirina Kurdistanê ya piştî Şerê Cîhanê yê Yekem, nezelalhiştina statuya sîyasî ya Kurdan û piştî Lozanê jî bi înkarkirina mafên neteweyî yên miletê Kurd şêwaz girtiye. Sîyasetên navendîparêz ên di pêvajoya avakirina komarê da di qada siyasî, çandî û civakî ya erdnîgarîya Kurdistanê da mercên giran ê zextê bi xwe ra anî. Ev rewş bû sedem ku di nav civaka Kurd da hişmendîya neteweyî û lêgerînên rêxistinbûna sîyasî leztir bibin.
Her çend di çavkanîyên cihê da li ser dîroka avakirina Tevgera Azadîyê nîqaş hebin jî ji çavkanîyên rûsî diyar dibe ku bingeha wê digihîje sala 1918an. Li gor qinyadeke xurt piştî hewldana neserkeftî ya Beyşebabê Tevgera Azadîyê deşîfre bûye. Tê qebûlkirin di wê serdemê da Tevgera Azadîyê serhildaneke giştî amade dikir. Wekî çawa Serhildana Beyşebabê ji ber rêzeşaşîyan îfşa bû Serhildana 1925an jî neçar hat hiştin ku pêşwext (bêwext) dest pê bibe û vê rewşê di dîroka me da encamên giran li dû xwe hiştine. Serhildana 1925an bi erdnîgarîya Mûş, Erzirom, Çewlik, Elezîz û Ameda îro va sînordar ma. Girtina rêberên Tevgeraa Azadiyê Xalid Begê Cibrî û Yûsif Zîya Begê Bedlîsî, her wiha îfşabûna hewldana serhildana bêwext a li Beyşebabê wekî sedemên bingehîn ên herêmîmayîn û bêwextbûna vê tevgerê xuya dikin.
Bi îfşabûna plansazîya serhildanê yaTevgera Azadîyê û girtin û sêdarekirina hin pêşengên tevgerê Şêx Seîd bû pêşengê sirusztî yê serhildanê. Serhildana 1925an ji ber provokasyona Pîranê neçar hat hiştin pêşwext dest pê bibe. Ev jî bûye sebeb xasima li devera Çewlikê komkujîyên mezin (di dema Operasyona Tenkîlê ya Pêçarê da) biqewimin.
Serhildana sala 1925an a di bin pêşengîya Şêx Seîd da ku bêwext rûda wekî rengvedan û qada pratîkî ya daxwazên neteweyî û rêxistinbûna sîyasî ya Tevgera Azadîyê tê nirxandin. Dîroknasên Kurd û gelek lêkolînên nûjen destnîşan dikin ku şîrovekirina vê tevgerê tenê bi motîvên olî kêm û qels dimîne. Di eslê xwe da ev serhildan encama îradeya miletê Kurd a ji bo statuya siyasî, hebûna neteweyî û dîyarkirina paşeroja xwe ye. Her çend bandora rêzdarîya civakî û nasnameya olî ya Şêx Seîd di berfirehbûna tevgerê ya di nava gel da bûbe jî hêmana ku rengê tevgerê dîyar dike daxwazên neteweyî yên Kurdan e. Rejîma Kemalîst, Îngilîzan û Sovyetê nasnameya dînî ya Şêx Seîd bi taybetî derxist pêş da tevgerê ne wekî serhildaneke neteweyî, lê wekî serîrakirineke olî bi nav bike. Ev nêzîkatî paşê di Serhildana Agirîyê da jî bi heman şêwazî hat dubarekirin. Kurd di gelek serdemên dîrokê da ji alîyê dewletên împeryal va di her rabûna xwe ya neteweyî da ji alîyekî va hatin marjînalkirin û bêganekirin, ji alîyê din va jî him rê li ber komkujîyên wan hat vekirin, him jî împeryalîstan tenê temaşe li qetlîyaman kir.
Lê belê, Serhildana 1925an wekî yekemîn berteka sîyasî û neteweyî ya herî mezin a Kurdan a di serdema nûjen da tê zanîn. Kadroyên di nava tevgerê da cih girtiye rasterast li ser xeta Azadîyê bûn û xwedî perspektîveke parastina mafên sîyasî yên Kurdan bûn. Ji ber vê yekê, serhildan ne tenê berteka herêmî, lê îfadeyeke berbiçav a hewldana parastina hebûna sîyasî û dîyarkirina paşeroja neteweya Kurd e. Ne tesaduf e ku piştî demeke kurt ji serhildana 1925an, kadroyên Azadîyê him di nava Xoybûnê da him jî di nava tevgera Agirîyê da cihê xwe girt.
Piştî tepisandina serhildanê, sêdarekirina Şêx Seîd û hevalên wî bû destpêka pêvajoyeke berfireh a tasfîyekirina kadroyên pêşeng û neteweyî yên Kurd. Berîya berîn fîgurên herî girîng ên Tevgera Azadîyê Xalid Begê Cibrî û Yûsif Zîya Beg hatibûn sêdarekirin, bi vî rengî pêkhateya rêxistinî ya destpêkê ya tevgera neteweyî ya Kurd derbeke giran xwar.
Lê dîsa jî ev sêdarekirin ne bûn sedem ku îradeya sîyasî û ramanî ji holê rabe. Şêx Seîd û hevalên wî di hafizeya kolektîv a miletê Kurd da bûn sembolên îradeya neteweyî, berxwedanê û hişmendîyeke sîyasî ya berdêldayî. Navên wan ne tenê navên rûdaneke dîrokî ne, di heman demê da di hafizeya têkoşîna hebûnê ya miletê Kurd da xwedî cihekî pîroz e. Xeta ku bi Tevgera Azadîyê ji sala 1918an û pê da ava bû Serhildana Beyşebabê ya 1924an, Serhildana Şêx Seîd a1925an û Serhildana Agirîyê ya 1927an (Tevgera Xoybûnê) li xwe digre û ev pêvajo di heman demê de şop û tîrêjên Tevgera Azadîyê ne.
101 sal şûnda, bibîranîna Şêx Seîd û hevalên wî ne tenê bibîranîna rûdaneke borî ye, di heman demê da bibîrxistina li kokên dîrokî yên hafizeya neteweyî, îradeya sîyasî û lêgerîna azadîyê ya miletê Kurd e. Ji ber vê yekê, Serhildana 1925an wekî yek ji girîngtirîn fetlên dîrokî yên têkoşîna neteweyî ya Kurd watedar û bitesîr e.
Em wekî Înîsîyatîva Neteweyî Ya Kurdistanê, di 101. salvegera sêdarekirina wan da Şêx Seîd û hevalên wî bi giramî bi bîr tînin. Her wiha em daxwaz dikin cîhên gorên Xalid Begê Cibrî, Ûsiv Zîya Beg, Şêx Seîd û hevrêyên wan werin eşkerekirin, termên wan li malbatên wan werin radestkirin û heqanîyeta dîrokî were bicîhanîn.
Bijî Kurd û Kurdistan!
Înîsîyatîva Neteweyî Ya Kurdistanê