KCKe hişyariyê dide: Ne Ocalan û ne jî em, çu sepandin û lîstikan qebûl nakin!

kck-enqere-ocalan-pkk-Net

Konseya Rêveber a KCK’ê hişyariyeke tund da Enqereyê û ragihand; ew bêyî azadiya Apo, çu biryarên bêçekkirinê bi cih nayînin, her wiha got: “Amadekarî ji bo şerekî nû tên kirin.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber KCKê, îro roja pêncşemê 2 Tîrmeha 2026ê derbarê pêvajoya aştiyê û projeyasaya pêşniyarkirî (yasaya çarçoveyê) daxuyaniyek belav kir.

KCKê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku derxistina yasayên yekalî û sepandina wan di çarçoveya siyaseta şerê taybet de bi çu rengan nayê qebûlkirin û got:

“Ne Rêberê me Ocalan û ne jî tevgera me çu biryar û nêzîkatiyên bi vî rengî pesend nakin.”

Di daxuyaniya KCKê de hat ragihandin: “Ev demeke di nav raya giştî û medyaya Tirkiyeyê de gotûbêj li ser yasaya çarçoveyê tên kirin. Hinek nirxandin tên kirin ku berovajî projeya aştî û civaka demokratîk a Apo ne. Dosyaya pêşniyarên dawî yên Rêber Apo ku li 24ê Gulanê li Îmraliyê pêşkêş kiribûn û çavpêketinên şanda Partiya DEMê ya ligel berpirsên AKPê, wekî babetekî nû tên nîşandan. Belê rastî ev e ku ji 24ê Gulanê û vir ve çu çavpêketin ligel Apo nehatine kirin û tecrîda li ser wî berdewam e.”

Mercên Bêçekkirinê û Proseya Aştiyê

KCKe balê dikişîne ser wê çendê ku pêvajoya aştiyê bi yekcarî girêdayî azadî û mercên xebata azad a Apo ye:

“Di kongreya hilweşandina PKKê de biryar hatiye dayîn ku qonaxa piştî bêçekkirinê dê ji aliyê Rêber Apo ve bê birêvebirin. Heta ku guhertin di statuya wî de neyê kirin û gavên pratîkî neyên avêtin, çu kes nikare biryarên kongreyê bi cih bîne.”

KCKê her wiha dijberiya xwe ji bo nêzîkatiyên wekî “yasaya vegera malê” nîşan da û got: Ew yasa di navbera şervanan û serkirdayetiya tevgerê de cudahiyê dikin û nîşandana her nêzîkatiyeke bi vî rengî dê prosesê têk bide.

Hewlên Îbrahîm Kalin û Metirsiya Şerekî Nû

Di beşekî din ê daxuyaniyê de hatiye xuyakirin ku li herêmê amadekarî ji bo şerekî nû tên kirin. KCK dibêje:

“Serokê Dezgeha Hewalgariya Tirk (MÎT) Îbrahîm Kalin, ne tenê wekî berpirsê dezgeheke sîxuriyê, belkî wekî serokwezîrekî hikûmetê li Iraqê digere. Erê di navbera Iraq û Tirkiyeyê de planek ji bo êrîşkirina ser tevgera me ya azadiyê heye? Nabê Iraq van daxwazên Tirkiyeyê qebûl bike.”

Plana Hikûmeta Tirkiyeyê Ji Bo “Yasaya Çarçoveyê”

Hikûmeta Tirkiyeyê amadekariya projeyasayeke nû dike ku armanca wê çekdanîn û hilweşandina PKKê ye. Tê pêşbînîkirin ku ev “qanona çarçoveyê” piştî lûtkeya NATOyê pêşkêşî Serokatiya Perlemana Tirkiyeyê bibe.

Ev projeyasa ji 10 heta 11 xalan pêk tê. Dê di 7 an jî 8ê Tîrmehê de (piştî lûtkeya NATOyê) bibe rojeva perlemanê û tê xwestin ku berî bêhnvedana havînê ya perlemanî bêt pesendkirin.

Cîbîcikirina vê qanoonê bi şertekî serke ve hatiye girêdan; ew jî piştrastkirina çekdanîna tam a PKKê ye. Di naveroka projeyê de ev xalên serke hene:

  • Ji bo vegera endamên rêxistinê dema salekê tê diyarkirin.

  • Ew kesên ku vedigerin û destê wan di tawanên giran de tune be, daxwaza girtina wan nayê kirin lê 5 salan qedexeya siyasî li ser wan tê danîn.

  • Ev hêsankarî tenê endamên asayî digre nav xwe; serkirdeyên PKKê li derveyî vê qanoonê ne.

Rewşa Abdullah Ocalan û Îmraliyê

Derbarê rewşa Rêberê PKKê Abdullah Ocalan de, hikûmeta Tirkiyeyê her cure statuyeke fermî yan siyasî red dike. Li gorî projeyê, Ocalan dê wekî girtiyekî li Girtîgeha Îmraliyê bimîne, lê dibe ku di qonaxên pêş de rê bêt dayîn ku rojnamevan û akademisyen hevdtînê ligel bikin.

Rewşa li Meydanê: Zap û Qendîl

Çavkaniyên ewlehiyê yên Tirkiyeyê balê dikişînin ser wê ku hinek nîşanên vekişîna gerîlayan ji herêmên Zap, Metîna, Garê û Qendîlê hatine dîtin. Lê belê AK Partî diyar dike ku ev gav hîn ne di asta daxwazkirî de ne û ew li benda kiryarên rastewan û cidîter in berî ku qanoon bikeve warê cîbîcikirinê.

Dîroka Pêvajoyê

Pêvajoya aştiyê piştî bangawaziya Serokê MHPê Dewlet Bahçelî ya di dawiya sala 2024an de dest pê kir. Di destpêka sala 2025an de Ocalan bi peyameke vîdyoyî daxwaza çekberdanê kiribû. Wekî gaveke sembolîk jî, di Tîrmeha 2025an de komek gerîlayên PKKê li devera Şarbaşêr a parêzgeha Silêmaniyê çekên xwe şewitandibûn û dest ji şer berdabûn.