Serokkomarê Îranê û serokê Herêma Kurdistanê li Tehranê civiyan

Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li paytexta Îranê Tehranê civiyan. Di hevdîtinê de her du aliyan li ser berfirehkirina hevkariyên aborî, çandî û parastina aramiya navçeyê li hev kir.
Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan piştî civînê peyamek belav kir û ragihand ku welatê wî amade ye hevkariyên xwe yên bi Herêma Kurdistanê re di çarçoveya berjewendiyên hevbeş de pêş bixe. Pizîşkiyan destnîşan kir ku divê welatên navçeyê ji bo xurtkirina aştî û ewlehiya berdewam hewl bidin û got:
“Îran ne li dû alozî û nakokiyan e; bipêşxistina hevkarî û kûrkirina pêwendiyên bi welatên herêmê re ji bo me stratejiyeke sereke ye.”
Pizîşkiyan her weha amadehiya Tehranê ya ji bo xurtkirina têkiliyên di warên zanistî, perwerdehî, çandî, aborî û bazirganiyê de ligel Herêma Kurdistanê nîşan da.
“Têkiliyên Dîrokî û Aborî Dê Zêdetir Bikin”
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ku bi vexwendineke fermî ji bo beşdarbûna merasîma fermî serdana Tehranê kiribû, li ser hesabê xwe yê tora civakî “X” derbarê naveroka hevdîtinê de zanyarî parve kirin. Barzanî diyar kir ku wan li ser rêyên xurtkirina têkiliyên Îraq û Herêma Kurdistanê yên ligel Îranê danûstandin kirine û tekezî li ser berfirehkirina hevkariyên aborî û parastina pêwendiyên dîrokî û cîrantiyê kiriye.
Di daxuyaniya fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê de jî hat ragihandin ku her du aliyan girîngiyeke mezin dane parastina ewlehiya navçeyê û çareserkirina aloziyan bi rêya diyalogê. Her wiha, aliyan hêvî xwest ku bidawîhatina şer û berdewamiya danûstandinên di navbera Îran û Amerîkayê de bibe sedema aştî û aramiyeke mayînde li herêmê.
Hêjayî gotinê ye ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya serdana xwe ya Tehranê de, ji bilî Serokkomar, ligel Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî û Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf jî civînên cuda pêk anîn.