Lêkoler û dîroknas Sedat Ulugana eşkere kir ku wêneyên bidarvekirina Seyîd Riza, kurê wî û 5 rêhevalên wî piştî 89 salan hatine dîtin.
Ew pêşengên Dêrsimê sala 1937an hatibûn bidarvekirin.
Tolhildana înfazeke nehiqûqî
Sedat Ulugana li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir.
Ulugana dîtina van wêneyan wekî “tolhildana înfazeke nehiqûqî” nirxand.
Dîroknasê Kurd anî zimên: “Beriya 89 salan Seyîd Riza, kurê wî û 5 pêşengên Dêrsimî bi dar ve kirin.”
Ulugana diyar kir ku dewletê nexwestiye ti dîmenên bîrgehê bihêle û wêne ji holê rakirine û destnîşan kir:
“Piştî 89 salan dîmenên bîrgehê derketin holê û tolhildana înfazeke nehiqûqî hat standin.”
Belgeya herî mezin goreyek e
Ulugana di berdewamiya peyama xwe de bal kişand ser hûrgiliyên ku di wêneyan de derketine pêş.
Li gorî gotinên wî, di wêneyan de pêlav ji pêyên wan ketine û goreyên wan ên rîs û bi nexş xwiya dikin.
Sedat Ulugana ew wêne wiha şîrove kirin: “Dema mirov tê bidarvekirin, giranî ji laş dikişe û laş sist dibe, pêşî pêlav dikevin.
Kes vê yekê plan nake. Kes vê nayîne bîra xwe. Lê di wêneyan de dimîne.”
Ulugana her wiha da zanîn ku jinên Dêrsimê ew goreyên hirî yên bi nexş di şevên zivistanê de bi destên xwe hûnabûn û biland:
“Dibe ku zivistana borî, dibe ku zivistana beriya wê… Wan jinan ji tirsa sermayê û dirêjiya rê ew gore çêkiribûn.”
“Çav diçin ser pêyan”
Ulugana bal kişand ser hestyariya wêneyan û xwe lê berda: “Wan destan nizanibû ku ew pê dê di sêdarê de bilivin.
Wêneyên bidarvekirinê bi piranî rûyan dikişînin. Lê di van wêneyan de çav diçin jêr, diçin ser pêyan û li ser goreyekê disekinin.”
Wî peyama xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Goreya bi nexş hîn jî maye. Rih ji laş derketiye, nav hatiye jêbirin lê ew gore sekiniye. Rengê Dêrsimê û germahiya destê ku ew hûnaye hilgirtiye.
Em dîroknas belgeyan dixwînin lê carinan belge goreyek e. Ew gore tiştekî wisa dibêje ku ti arşîv nikare bibêje: Li vir mirovek hebû. Jê hatibû hezkirin. Tirsiyabûn ku serma bidiyê.”
15ê Çiriya Paşîn a 1937an
Seyîd Riza û rêhevalên wî 15ê Çiriya Paşîn a 1937an li Bakurê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve hatin bidarvekirin.