Ji vegeriyana 4 hezar gerîlayan ta dosiyeya Ocalanî; hûrguliyên yasaya çarçove ya nû

Nîqaşa li ser “statuya taybet ji bo Ocalan di qanûnên “pêvajoya aştiyê de” ku li bin navê Qanûna Çarçûve tên amadekirin çareser bûne û armanc ewe berî bêhinvedana parlamentoyê werin derxistin. AK partiyê ragihand; çi rêkeftinek taybet, mafê hêviyê, û herweha çi statuyek taybet ji bo Ocalan di qanûnê de tune.
Amadekariyên dawî yên qanûna çarçoveyî ku li ser “pêvajoya aştiyê” têne kirin dewam dikin, AK partî û partiya DEM li hev kirine qanûn berî bêhinvedana parlamentoyê were derxistin. Di vê derbarê de karên cêgrê serokkomarê Tirkiyê Cevdet Yilmaz û cêgrê serokê AK partiyê Efkan Alan bi dawî bûne û dê nêrînên partiyên opozisyonê werin ber çav girtin.
Mafê hêviyê tune, statuyek taybet tune!
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, qanûna pêşniyar kirî ku ji hêla AK partiyê ve hatiye amadekirin, di bin sernavê “dayîna statuyê ji Ocalan re” ku mijara herî zêde ya nîqaşê ye di raya giştî de, ti rêkeftinek tune.
Çavkaniyên AK partiyê diyar kirin, “derbarê Ocalan de çi rêkeftineke taybet tune. Mafê hêviyê tune, statuyeke taybet tune. Çawa dikare statuyek ji kesekî/ê ku cezayê hepsa heta heta yê girankirî lê hatiye birîn were dayîn? Ji bo ku mafê hêviyê hebe, divê qanûna darvekirinê were guhertin. Ji bo vî kesî ti rêkeftinên taybet nayên çêkirin.”
Li ser kategorîyan hatine dabeşkirin
Çavkaniyan, diyar kirin ku qanûna çarçove dê pêvajoya qanûnî ya bi PKKê re weke “rêxistineke terorîst ya hilweşyayî” meşîne, kategorîyên cuda yên endamên PKKê hene:
Serkirdeyên rêxistinê.
yên ku di êrîşên bombeyî de beşdar bûne.
yên ku leşker û polîs kuştine.
yên ku alîkarî kirine.
yên ku di tewanan de beşdar nebûne.
Yên ku di girtîgehê de ne.
Qanûn bi heman rîyê nêzî van kesan nabe, giraniya tewanê dê were hesbandin. Tawana “rêxistina terorîst” dê ji bo van were betalkirin, lê cezayên wan yên ji bo tewanên din yên ku wan kirine dê berdewam bikin. Armanca sereke ewe ku zêdetrî 4000 kesên ku di tewanan de beşdar nebûne û yên ku ji ber tewanên terorê di girtîgehê de ne, ji nû ve tevlî civakê bibin.
3 bo 4 hezar gerîla vedgerin
Tê gotin ku hejmara endamên PKKê ku dê vegerin Tirkiyeyê dibe ku li dora 3-4 hezaran be. Pêvajoya yasayî ya ji bo endamên rêxistinê dê li gorî tewanên ku wan kirine were meşandin. Ger ew tenê bi endametya rêxistinekê werin tawanbarkirin, ewê neçin girtîgehê lê dê di bin çavdêriya dadwerî de bin.
Ewê werin lêkolîn kirin
Li gorî qanûna çarçûveyî, ger endamên rêxistinê yên di girtîgehê de tenê bi “endamtiya rêxistinekê” werin tawanbarkirin, ewê piştî ku qanûn bikeve warê bicihanînê werin berdan.
Çavkaniyên AK partiyê gotin, “ger tawana terorê were rakirin, cezayên mayî sivk dibin yan namînin. Mînak, ger wan leşker an polîs kuştine, yên di vê rewşê de dê ji ber tewana kuştinê di girtîgehê de bimînin. Cezayê berê yê girtîgehê dê were hesab kirin û ger cezayê nû were derbaz kirin, dê werin berdan. Hemû dosya dê bi vî rengî werin çareserkirin.
Ji aliyekî din ve, hate gotin ku rayedarên dewletê li Îmraliyê bi Ocalan re di têkiliyê de ne derbarê qanûna pêşniyar kirî û lîsteya endamên PKKê yên ku dê werin Tirkiyeyê û serkirdeyên rêxistinê yên ku dê biçin welatên sêyemîn. Her wiha hate gotin ku şandeya DEMê dê di demek kurt de biçe Îmraliyê.