Li Tirkiye, Bakurê Kurdistanê û Yûnanistanê karesata şewatê: Zêdetirî 200 dever di nav agir de man

Di sê rojên dawî de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di encama derketina 218 şewatên daristan û zeviyan de rewşeke krîtîk derket holê. Hevdem li girava Girîtê ya Yûnanistanê jî agirekî mezin gihîşt navendên geştyariyê û ziyaneke mezin li pey xwe hişt.
Wezîrê Çandinî û Daristanan ê Tirkiyeyê Îbrahîm Yumakli derbarê rewşa dawî ya şewatan de daxuyaniyek da û ragihand ku tîmên vemirandinê karîne 213 şewatan kontrol bikin, lê li 5 deverên cuda xebatên vemirandinê bi awayekî bênavber berdewam dikin. Rayedaran destnîşan kir ku ji ber bayê tund û germahiya zêde, tîm di tekoşîna li dijî agir de bi zehmetiyên mezin re rû bi rû dimînin û xetere bi taybetî li navçeyên Aydin, Susurluk, Antalya û Gulnarê her ku diçe zêdetir dibe.
Li aliyê din, li girava Girîtê ya Yûnanistanê ku di nava Deryaya Spî de ye, agirekî mezin ku ji daristanan dest pê kiribû di demeke kurt de gihîşt herêmên geştyariyê. Ji ber belavbûna bi lez a agir û metirsiya li ser jiyana welatiyan, rayedarên Yûnanî bi sedan welatî û geştyar ji herêmê veguhastin cihên ewle.
Li gorî zanyariyên yekem ên ku ji herêmê hatine wergirtin, hoteleke mezin a geştyariyê û gelek xaniyên li derdorê di nav agir de mane û bi temamî şewitîne. Tê ragihandin ku xebatên tîman ên ji bo kontrolkirina agir li her du welatan jî berdewam dikin.