Ocalan: kuştina Sîpan provokasyoneke eşkereye li dijî tifaqa gelan

xapo-sipan-info

Şanda Îmraliyê ya Dem Partiyê hin agahiyên nû derbarê civîna 13î Îlonê ya bi Ocalan re parvekirin û ragihand ku Ocalan şehîd xistina Sîpan Hiznî weke provaksyon û pîlan li djî tifaqa gelan bi nav kirîye.

Endamên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Ozgur Faîk Erol 13ê Îlonê bi Abdullah Ocalan re civiyan.

Şandeyê piştî hevdîtinê daxuyaniyek belav kir û nirxandinên Abdullah Ocalan ên li ser pêvajoyê bi raya giştî re parve kirin.

“Li Rojavayê Kurdistanê provokasyoneke eşkere heye”

Di beşeke daxuyaniyê de nirxandinên Ocalan ên li ser rûdanên dawî yên li Rojavayê Kurdistanê jî hatin belavkirin.

Hat gotin ku Ocalan rûdanên li Rojavayê Kurdistanê wekî “provokasyoneke eşkere” bi nav kiriye û gotiye:

“Tu dê ciwanekî bi awayekî hovane bikujî û vê bikî hincet da ku tu bikevî bajarekî. Ev provokasyoneke eşkere ye. Divê ev sabotaja li hemberî zemîna diyalogê yekser were rawestandin.”