Şandeya Îmraliyê peyama Ocalan eşkere kir

peyama-xapo-net

Abdullah Ocalan rêberê PKKeya hilweşiyayî di peyama xwe ya nû de radigihîne ku derfetek dîrokî li himberî Tirkiyê heye û got: armanca min siyaset û civakên demokratîkin. Divê bûyerên li rojava jî bi rîya diyalogê werin nirxandin!

Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê bi daxuyaniyekê peyama Rêberê PKKyê Abdullah Oclan eşkere kir.

Şandeya Îmraliyê da zanîn ku wan 13yê Îlona 2026an li Girava Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kiriye.

Di daxuyaniyê de peyamên Ocalan ên li ser pêvajoya çareseriyê hatin eşkerekirin.

Li gorî daxuyaniyê di hevdîtinê de li ser rewşa Tirkiyeyê, çareseriya demokratîk û aştiyeke mayînde hat axaftin.

Şandeya Îmraliyê da zanîn ku li ser gavên pratîkî yên pêvajoyê û bipêşketinên li herêmê nîqaş hatin kirin.

Ocalan: Armanca min civaka demokratîk e

Ocalan di peyama xwe de anî gotiye, “Pêvajoya aştî û civaka demokratîk gihîştiye qonaxeke wisa ku bi lez pêwîstî bi bicihanîna berpirsyariyên dîrokî heye.

Piştî pesendkirina qanûnê, pir girîng e ku gavên pratîkî yên hevbeş werin avêtin û komîte dest bi xebata xwe bikin.”

Li ser armanca xwe jî Ocalan wiha gotiye:

“Armanca min ew e ku aştî û siyasîbûn pêk werin. Aştî tê wateya çekdanînê. Siyasîbûn jî tê wateya siyaseta demokratîk û civaka demokratîk.”

“Li ber Tirkiyeyê derfeteke dîrokî heye”

Ocalan diyar kiriye ku li ber Tirkiyeyê derfeteke dîrokî heye û gotiye:

“Ez hêvî û bawer dikim ku dê her kes bi vê hişmendiyê tevbigere. Da ku em aştiyeke mayînde û çareseriyeke demokratîk bi dest bixin.

Berpirsyariyeke demildest e ku îradeya aştiyê bêbingeh neyê hiştin. Divê ev îrade bi rêbazên qanûnî û siyasî yên şênber were misogerkirin.”

Rojhilata Navîn a demokratîk

Ocalan di peyama xwe de bal kişandiye ser Rojhilata Navîn û gotiye:

“Pêvajoya aştî û civaka demokratîk armanc dike ku hemû gel û baweriyên li Rojhilata Navîn di nav aştî, azadî û wekheviyê de bibin xwedî bihevrejiyaneke xurt.

Bipêşketinên li herêmê bi awayekî eşkere nîşan didin ku pêvajo li ser hevsengiyên hesas e.

Ji bo pêşîgirtina li provokasyonan girîng e ku pirsgirêkên herêmê bi rêya diyalog û dan û standinan werin çareserkirin.

Divê bûyerên li Rojavayê jî di vê çarçoveyê de werin nirxandin.”

Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê di dawiya daxuyaniya xwe de da zanîn ku rêbaza bingehîn a Ocalan, mayîndekirina aştiyê û demokratîkkirina Tirkiyeyê ye û Ocalan gotiye:

“Rêya aştiyê vekirî ye. Niha dem dema wê ye ku ji bo vê rêyê îradeya siyasî û pratîk were pêkanîn.”