Dezgeha Asayîşa Herêma Kurdistanê ragihand ku sibeha îro Duşemê, 14ê Îlona 2026an, seet di 03:10an de bi 5 mûşekan êrîşî ser çend deverên li sînorê parêzgehên Silêmanî û Helebceyê hatiye kirin. Li gorî daxuyaniya fermî ya Asayîşê, di encama van êrîşan de ti zirarên canî çênebûne.
Di berdewamiya daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku 3 mûşek li devera Zirgwêzeleyê, mûşekek li nêzîkî gundê Gurgeçiyayê yê girêdayî nahyeya Sîrwanê li Helebceyê, û mûşeka pêncan jî li devera Qeredaxê li navbera gundên Darî Zayîn û Mîrasiya Jêrî ketine xwarê.
Di dawiyê de Dezgeha Asayîşa Herêma Kurdistanê daxwaz ji welatiyan kir ku ji bo parastina can û ewlehiya xwe, nêzîkî cihên êrîşan nebin û bi ti awayî destkariyê di bermayiyên mûşek û dronan de nekin.