Malbata Sîpan Hesekê daxuyaniyek belav kir: “Revandin û kuştin sûc e, ne tolhildan e”

Malbata Sîpan Hesekê daxuyaniyek belav kir: "Revandin û kuştin sûc e, ne tolhildan e"

Malbata şervan Samî Şêxmûs Heso, ku bi navê Sîpan Hesekê tê nasîn, li ser bûyera revandin û şehîdxistina wî daxuyaniyeke fermî da raya giştî. Malbatê bang li hemû aliyên pêwendîdar kir ku ji bo zelalkirina rastiya vê sûcê dadgeheke adil were meşandin û edalet pêk were.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Sîpan di dema bi cih anîna erkê xwe yê leşkerî de hatiye armancgirtin. Malbatê bal kişand ser wê yekê ku erkê leşkerekî parastina ewlehî û aramiya civakê ye û got: “Her bûyereke ku di dema kar de rû bide, divê tenê di çarçoveya qanûn û dadgehan de bête nirxandin. Nabe ku leşker li derveyî qanûnê bibin armanca tolhildanê.”

Malbata Sîpan Hesekê ew îddîa jî red kirin ku şehîdxistina kurê wan di bin navê “tolhildana eşîrî” de tê meşandin. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku eger li ser dema xizmeta wî nakokiyek hebe jî rêya dadgehê vekirî bû, lê revandina mirovekî ji mala wî û kuştina wî sûcekî eşkere ye û bi ti awayî nabe ku wekî tolhildaneke rewa bête nîşandan.

Li ser aliyê civakî û eşîrî jî malbatê diyar kir ku ew sûc naxin stûyê ti netewe yan eşîrekê. Berpirsyarî tenê dikeve ser milê wan kesên ku ev sûc kirine, tê de beşdar bûne yan jî rê da ye. Wekî din, malbatê tekez kir ku ew ji bo kesî daxwaza tolhildanê nakin da ku mirovekî din nebe qurbaniyê bûyerên bi vê awayî.

Daxwazên sereke yên malbatê ku di nûçeyê de hatine belavkirin ev in:

Eşkerekirina hemû hûrgiliyên revandin û kuştina Samî bi awayekî şefaf ji raya giştî re.

Destnîşankirin û dadgehkirina hemû kesên ku sûc kirine, arîkarî dane yan jî berpirsyarên teşwîqkirinê ne.

Pêşîgirtina li hemû hewldanên ku nasnameyên eşîrî yan neteweyî ji bo parastina sûcdaran bi kar tînin.

Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Sîpan berî her tiştî Kurdekî Sûriyeyê bû ku ji bo parastina hemû welatiyan kar dikir. Malbatê ragihand ku ew daxwaza ewlehî, rûmet û edaletê tenê ji bo kurê xwe nakin, lê ji bo hemû welatiyên li Sûriyeyê dixwazin û tekez kirin ku divê serdestiya qanûnê li ser her kesî be.