Rêxistina PKKeya hilweşiyayî îro nasnameya fermandareka xwe aşkere kir ku du salan berê li Şengalê ketiye ber êrîşeke hewayî ya artêşa Tirkiyê.
PKKê îro roja duşemî 21 Îlona 2026ê bi daxuyaniyekê nasnameya fermandara xwe ya bi navê (Evfa Mêrahmetoxlu) û kodnavê Bêrîtan Çelê aşkere kir ku li 29 Sibata 2024ê li herêma Şengalê ketîye ber êrîşeke hewayî ya dewleta Tirk.
PKKê weke bi sedan fermandar û hezaran Gerîlayan, mirina vê fermandara xwe jî veşartî hiştibû û îro ji nû ve hatîye dibêje me ew wenda kir, ew ji felsefeya Apoyî afirî bû!!.
Li gorî daxuyanîya HPGê, Bêrîtan çelê di sala 1993an de tevlî PKKê bûbû, ew ji Colemêrgê bû.
Di 31 salên xwe de wê li deverên Avaşîn, Zagros, Zap, Qendîl, Xakurk, Mexmur, Rojavayê Kurdistanê û Şengalê erkên corawcor yên fermandarî, aydolojî û çalakî bo PKKê encam dane.