Şêwirmendê Serokatiya Komara Sûriyeyê Mezlûm Ebdî di peyameke vîdyoyî de daxwaz ji şagird û malbatên li Rojavayê Kurdistanê kir ku berdewamiyê bidin proseya xwendinê ya sala nû. Ebdî bang li malbatan kir ku zarokên xwe bişînin dibistanên bingehîn ên Kurdî û soz da ku daku zimanê Kurdî bi awayekî fermî di sîstema perwerdeya Sûriyeyê de bête cîgirkirin, dê hewldanên xwe zêdetir bikin.
Şêwirmendê Serokatiya Komarê Mezlûm Ebdî îro Sêşemê, 29ê Îlona 2026an, di peyama xwe de piştevaniya xwe ji bo xwendekaran nîşan da û tekezî li ser giringiya zimanê dayikê kir. Ebdî ragihand ku zimanê Kurdî nasnameya gelê Kurd e û parastina wî armanca bingehîn a têkoşîna wan bûye. Wî destnîşan kir ku perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî xwezayî û neguher ê hemû gelan e.
Ebdî bal kişand ser destkeftiyên 14 salên borî yên li Rojavayê Kurdistanê û pesna wan malbat û mamosteyan kir ku di nav şert û mercên giran ên şer de sîstemeke perwerdeyê ya dîrokî damezrandine. Wî da zanîn ku piştî guherînên siyasî yên dawî û herifîna rêjîma berê, di heyamê salek û heşt mehên borî de ji bo fermîkirina zimanê Kurdî nîqaş û civînên girîng hatine encamdan.
Derbarê biryara dawî ya Wezareta Perwerdeyê de, Ebdî diyar kir ku nerazîbûn û helwesta şagird û gel a li beramberî nebesiya vê biryarê mafekî rewa ye. Lê belê wî tekez kir ku ji ber destpêkirina sala xwendinê û qonaxa veguhêz, girîng e proseya perwerdeyê raneweste û zarokên wan ji xwendinê bêpar nemînin.
Di dawiya peyama xwe de, Mezlûm Ebdî piştrastî da malbatan ku rêkarên pêwîst hatine girtin da ku astengiyên li beramberî xwendekarên bi Kurdî xwendine werin rakirin. Wî diyar kir ku armanc ew e xwendekar ji aliyekî ve fêrî zimanê Erebî bibin û ji aliyê din ve jî zimanê Kurdî biparêzin, da ku di sala bê de gavên mezintir ji bo misogerkirina hemû mafên zimanî werin havêtin.